Gelê Kurd li Berlînê daket qadan
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li paytext Berlînê hat protestokirin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li paytext Berlînê hat protestokirin.
Kurdistaniyên ku li paytexta Elmanya Berlînê bi banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlîn li hev civiyan, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk li qada Hermanplatzê mîtîngek li dar xistin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyanî hat xwendin û hat xwestin ku hikûmeta Federal a Elman sûcên şer ên dewleta Tirk bi eşkereyî protesto bike.
Di mîtîngê de Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz, Siyasetmedar Huseyîn Taşan, li ser navê PYD’ê Heval Dara axivîn.
Huseyîn Yilmaz diyar kir ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava zindî bûye û dewleta Tirk û dewletên din ên şirîk li dijî vê paradîgmayê êrîş dikin. Yilmaz, anî ziman ku ew êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojava qebûl nakin û wê her tim li qadan bin.
Huseyîn Taşan jî destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 5 milyon Kurd lê dijîn, her roj bi êrîşên droneyan gelê Kurd û sivîl tên hedefgirtin.
Li ser navê PYD’ê jî Heval Dara axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Heval Dara da zanîn ku dewleta Tirk ji Başûr heta Rojava û Rojhilat li her derê ku Kurd lê hene, bi piştgiriya hevkarên xwe qetlîaman pêk tîne û got ku berxwedana gelê Kurd ya li hemberî êrîşên topyekûn rewa ne.
Heval Dara, di dawiya axaftina xwe de berxwedana Rojava silav kir û banga mezinkirina berxwedanê li her derê kir.