Fransa li êrîşkar digere
Fransa li êrîşkarê ku Sêşemê êrîşeke çekdar li Strasboûrgê pêk anîbû, digere.
Fransa li êrîşkarê ku Sêşemê êrîşeke çekdar li Strasboûrgê pêk anîbû, digere.
Fransa kete rewşa 'alarma lezgîn'. Wezîrê Karê Navxwe Chrîstophe Castaner got, 100 jê polîs û leşkerên edlî, 350 kes û 2 helîkoptêr li êrîşkar digerin.
Wezîr got, ''Saet 19.50'an kesekî li sê cihên bajêr teror kir''. Li gorî bîlançoya têkilî êrîşê di êrîşê de 3 kes mirin, 8 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn.
Hate diyarkirin di navbeyna êrîşkar û hêzên ewlehiyê de jî şer derketiye û dewriyeyeke leşkerî êrîşkar birîndar kiriye.
Castaner diyar kir, êrîşkar bi sûcên edlî tê naskirin, ji bo vê jî li Fransa û Elmanyayê di girtîgehê de jî maye. Tê gotin êrîşkar bi hinceta ku ji 2016'an ve radîkaltir bûye bi koda 'S' hatiye deqkirin.
Rayedaran diyar kir hê ne diyar e bê ka êrîş êrîşeke terorîstî ye yan na.