Fîrmayên ku çekan difiroşin Tirkiye protesto kirin

Li Bruksel û Unterluss fîrmayên ku çekan difiroşin dewleta Tirk bi çalakiyan protesto kirin.

BRÛKSEL

Aktivîstên Aştiyê ya Vredesactîe li bajarê Belçîka Brûkselê ketina fîrmaya Sabca çalakiyek kirin. Nêzî 20 aktivîstên çalakî kirin diyar kirin ku Sabca çekan û parçeyên wesayîtên leşkerî difiroşin Tirkiye û got: “Amûrên leşkerî yên hûn didin van dewletan li diî gelên ji bo mafê xwe têkoşînê dikin tên bikaranîn, ev yek jî li ser erêkirina hikûmeta Belçîka pêk tê. Daxwaz dikin ku tavilê ev firotina çekan bê rawestandin, rejîmên ku van çekan bikar tîne jî bên darezandin.”

Çalakî piştî daxuyaniyê di dawî bû.

UNTERLUSS

Xwepêşandanek protestoyî li pêşiya kargeha çekan a Rheînmetall DEFENCE ya li Unterluss a Elmanya hate kirin. Çalakiya bi pêşengtiya meclîên Navneda Civaka Kurd a Demokratîk a Hannover û Hîldesheîmê hate irin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de alên TCŞ, YPJ, YPG, TEV-DEM û TJK-E hatin hildna dîsa wêneyên Zeyneb Kinaci, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de bi Elmanî belavok hate xwendin. Saziyên ku çekan difiroşin hatin şermezarkirin, bang kirin ku çekan nefiroşin dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.