Fermandar Çekdar Şoreş li Lozanê hat bibîranîn
Fermandarê HPG’ê Çekdar Şoreş ê di sala 2020’an de li Botanê şehîd bûbû, bi çalakiyeke li Lozanê hat bîranîn.
Fermandarê HPG’ê Çekdar Şoreş ê di sala 2020’an de li Botanê şehîd bûbû, bi çalakiyeke li Lozanê hat bîranîn.
Ji bo Fermandarê HPG’ê Çekdar Şoreş (Harûn Îtah) ê di sala 2020’an de li Botanê şehîd bûbû, li bajarê Lozan ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) hat lidarxistin. Malbata Çekdar Şoreş, xizmên wî û gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma bîranînê di şexsê Çekdar Şoreş de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê CDK’ê ya Lozanê Zulfu Bînbîr li vir axivî. Bînbîr sersaxiyê ji malbata Çekdar Şoreş re xwest û wiha got: “Her şehadet ji bo me giran e. Ji ber vê bibîranîna şehîdan ji bo me ne hêsan e. Tişta dikeve ser milên me ew e ku girêdayî bîranîn û têkoşîna wan bin.”
Li ser navê malbata Çekdar Şoreş Mûsa Îtah axivî û diyar kir ku şehadet di rêya şoreş û heqîqetê de çêdibin. Îtah got: “Hevalê me Çekdar bi baweriya gel û Rêbertiya xwe tevlî têkoşînê bû û bi têkoşîna xwe ji gelê xwe re bû hêvî. Em soz didin ku bibin layiqî têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe.”
Li ser navê KOMAW’ê jî Mûstafa Karahan got ku gelê Kurd li gel polîtîkayên înkar û qetlîamê yên sed sal in li ser gelê Kurd tê meşandin, ji têkoşîna xwe paşde gav neavêtiye û berxwedanê mezin kirine.
Piştre sînevîzyona li ser Şehîd Çekdar Şoreş hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.