FEDA: AKP qetlîama li Gurgumê didomîne
FEDA’yê diyar kir ku AKP Qetlîama Gurgumê didomîne û got ku, “Erdogan dixwaze Kurdan bike Tirk, Elewiyan jî bike Sunnî û vê feraseta xwe ya qetlîamwarî kiriye polîtîka.”
FEDA’yê diyar kir ku AKP Qetlîama Gurgumê didomîne û got ku, “Erdogan dixwaze Kurdan bike Tirk, Elewiyan jî bike Sunnî û vê feraseta xwe ya qetlîamwarî kiriye polîtîka.”
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Qetlîama Gurgumê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Qetlîama li dijî Elewî û Kurdan ji aliyê dewletê ve plan hate kirin. Îro li her dera cîhanê gelê Elewî û yên ji Gurgumê hene. Ev jî tena serê xwe travmayek e.
Bi avabûna Komarê re ev qetlîam bûne polîtîkayeke fermî û li dijî Kurd û Elewiyan polîtîkayeke sîstematîk hatiye avakirin. Komara Tirkiyeyê komara qirkirina çandî ye ya ku li ser înkar û îmhaya Kurd, Elewî û gelên din hatiye avakirin.
AKP wekî berdewamiya wê ferasetê bi kampên Teroyê yên li Gurgumê hewl dide Kurdên Elewî yên Gurgumê bişîne sirgunê.
40 sal ji ser Qetlîama Gurgumê derbas bûye lê Erdogan ê ku şefî berdewamiya vê qetlîamê ye, dixwaze Kurdan bike Tirk, Elewiyan jî bike Sunnî û vê feraseta xwe ya qetlîamwarî kiriye polîtîka.
Zilm ji aliyê kê tê bila were, em ê dev ji nasnameya xwe bernedin.”