FED-Kurd’ê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist

Li Berlînê Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

FED-Kurd a ku li rojhilatê Elmanyayê rêxistinkirî ye, konferansa xwe ya yekemîn li dar xist. Konferans diyarî şehîdên Kurdistanê û Halîl Şen hate kirin ê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike li Dresdenê di 12’ê Sibatê de xwe şewitandibû.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî tevlî konferansê bû. Di konferansê de qala pêdiviya xebatên meclîsê û girîngbûna rêxistinbûna ya Kurdan a li dijî modernîteya kapîtalîst hate kirin.

Di konfederansê de bal hate kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate diyarkirin ku divê gelê Kurd li dijî faşîzmê rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Konferans du rojan domiya û di çarçoveya konferansê de hate diyarkirin ku divê bi awayekî çalak tevlî nav xebatan were kirin.