Fatoş Saglamgoz li Goteborgê hat bibîranîn

Fatoş Saglamgoz ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir, li bajarê Goteborg ê Swêdê hate bibîranîn.

Fatoş Saglamgoz (Sema) ku ji bo ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 11'ê Mijdara 2003'an li bajarê Goteborg ê Swêdê bedena xwe da ber agir, li qada Gustaf Adolf ku lê çalakî kir, hat bibîranîn.

Beşdaran gul danîn qada ku lê bedena xwe dabû ber agir û piştre serdana gora Fatoş Saglamgoz kirin. Piştre dîsa li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborgê ku çalakiya bîranînê lê hat lidarxistin li hev civiyan.

Di merasîmê de welatparêzên ku Fatoş Saglamgoz nas kirine û gel wê xebat kirine bîranîn û hestên xwe anîn ser ziman.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Munzur li ser jiyana şehîd, wateya şehadetê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û banga xwedî derketina şehîdan kir.  

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyon û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.