Encamnameya konferansa jinan a li Rûsyayê hat eşkerekirin

Jinên Kurd li paytexta Rûsya Moskowayê konferans li dar xistin. Encamnameya konferansê hat eşkerekirin.

Jinên Kurd li paytexta Rûsya Moskowayê konferans li dar xistin. Tevgera Jinên Kurd a Rusyayê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê de konferansa jinan li dar xist. Konferans li Mala Gel a Rûsyayê bi beşdarbûna jinên ji neteweyên cuda yên li Rûsyayê dijîn hat lidarxistin.

Xebatkara Akademiya Jineolojiyê ya Rojava Necîbe Qeredaxî bi rêya Skype beşdarî konferansê bû. Beşdarên konferansê eleqeyeke mezin nîşanî danasîna pirtûka Jineolojiyê dan.

Endama TJK-E’ê Dilda Roj jî bi rêya Skypeyê beşdarî konferansê bû û têkîldarî xebatên jinan ên Ewropayê agahî da. Hate diyarkirin ku Têkoşîna Azadiya Jinê ya ku di çarçoveya Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.

Jinan pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî nîqaş kirin û rêyên çareseriyê geriyan.

Jinên ji neteweyên cuda diyar kirin ku xebatên jinên Kurd û pêşketinên ku ew bi dest xistine ji bo wan bûne mînak û dixwazin ji van xebatan sûd werbigirin.

ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ

Encamnameya konferansê hat weşandin û wiha hate gotin:

"Jinan li ser bingeha pêşxistina xebatên civakî dixebitin.  Ji nû ve vejandin û pêşketina çanda neteweyî, girîngî dayîna zimanê zikmakî û dîroka gelê xwe ji nirxa pirrengîya çandî û cihê wan yê hevbeş a di civakê de cuda nayê dîtin. Nêzîkatiya bi zanebûn ya ji xweseriya çanda xwe re encex li ser bingeha rêzgirtina li ber adet û kevneşopiyên gelên cuda pêkan dibe.

Çalakiya jinê xizmetê nirxên mirovahiyê dike û li ber cihêkarî, zorî, binpêkirina mafan û îdeolojiyên hemberî mirovahiyê radibe. Yek jî şertên sereke yên pêşxistina çalakvaniya jinê ya dînamîk, hevgirtina hewldanên derxistina potansiyela jinê ye.

Dilxwazî di jiyana rojane ya civakê de roleke pir girîng dilîze. Her curê tevkarî di avakirina civaka sivîl de dibe piştgir, dibe alîkar ku pirsgirêkên girîng ên civakî bên çareserkirin û bandorek erênî li pêşketina li welêt dide.”