'Em sûdê ji têkoşîna ciwanên Kurd werdigirin'
Romain Katabara ku ji Girava reunionê tevlî Konferansa Ciwanan a Cîhanê bû, diyar kir ku ew ji têkşoîna ciwanên Kurd sûdê werdigirin û ji bo wan mînak e.
Romain Katabara ku ji Girava reunionê tevlî Konferansa Ciwanan a Cîhanê bû, diyar kir ku ew ji têkşoîna ciwanên Kurd sûdê werdigirin û ji bo wan mînak e.
Ji beşdarên Konferansa Ciwanan a Cîhanê Romain Katabara destnîşan kir ku ew sûdê ji têkoşîna ciwanên Kurd werdigirin.
Romain Katabara bal kişand ser girîngiya konferansê û got, "Li Kurdistanê, li La Reunion, li Malî, li Latîn Emerîka yan jî Asyayê, li ku dibe bila bibe karê me ye ku em ciwanan bixin nava liv û tevgerê ji bo pêşengiyê ji têkoşînê re bikin."
Romain Katabara got, "Emperyalîzm global e; ji ber vê yekê jî divê em xwe bi rêxistin bikin, bi hev re li ber vê sîstema zordar rabin" û bang li ciwanan kir ku têkoşînê mezin bikin.
Katabara ku endamekî Pan-Afrîkanîst û Rêxistina Serbixwe Ka-Ûbûntû ye, anî ziman ku ew dixwazin mafê tayînkirina çarenûsa gelên hindekahî yên Efrîkayî û Afro-Efrîkayî, ji bo rizgariya Girava Reunion têbikoşin û li dijî Pan-Efrîkanîzmê yanî emperyalîzmê yekîtiya Parzemîna Efrîkayê ava bikin.
Katabara diyar kir ku welatê wan ê li peravê Madagaskarê ye hîn di bin mêtingeriya Fransayê de ye û got, "Li ser her tiştên têkildarî me li Parîsê biryar tê dayin. Ji ber vê yekê em ji bo serxwebûna welatê xwe, serxwebûna Girava Reunionê têdikoşin. Em dixwazin xwedî hêza siyasî bin, li dijî newekheviya aborî û civakî ya li welatê me têbikoşin. Ji xwe ev newekhevî ji koletiyê heta sala 2023'an hîn jî dewam dike. Yanî ji ber me ye."
RÊ HEYE KU MIROV JI BO XWE SIYASETÊ BIKE
Katabara bal kişand ser pêwîstiya sekna hevpar û rêxistinbûna li dijî emperyalîzmê û got, "Emperyalîzm global e; ji ber vê jî divê em xwe bi rêxistinb ikin û li dijî vê sîstema zordar, li dijî sîstema mêtingeriyê bi hev re helwestê nîşan bidin. Rewşa têkildarî ciwanan jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ew e ku ciwan depolîtîze bûne. Haya xwe ji sîstema mêtingeriyê û pirsgirêkên têkildarî sîstema kapîtalîst nîne. Dawiya dawî haya wan jê nîne ku divê ji bo edaletê hîn bêhtir têbikoşin.
Qederperestiyeke bi vî rengî di nava ciwanên me de heye. Qederperestiyeke welê ye ku bindestiyê qebûl dike û hîn bêhtir tênakoşe. Qisekerekî li konferansê got, ciwanan polîtîka bi dest xistine. Em dibînin ku ciwanên li Reunionê ji siyasetê dûr ketine, ji ber ku elîtên siyasî yên li welatê me demeke dirêj e desthilatdar e, tenê ji bo berjewendiyên xwe li wir in. Lewma baweriya ciwanan a bi siyasetê û polîtîkayên welêt hîn zêtir e. Ji ber vê jî em ê bibêjin ku ji bo kirina polîtîkayê rêyeke cuda heye. Rêyek heye ku mirov ji bo xwe siyasetê bike.
Ji ber vê jî em weke Ka-Ûbûntû dibêjin ku divê ciwan ji bo mafên xwe berê xwe bidin têkoşîna siyasî. Ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafê rûmetê, mafê kar..."
Katabara anîz iman ku di konferansê de wan bi rêxistinên din ên şoreşger re têkilî danîne û got, "Ev konferans ji bo me gelekî girîng bû."
EM PIŞTGIRIYEKE XURT DIDIN TÊKOŞÎNA LI KURDISTANÊ
Katabara peyamek ji bo ciwanên Kurdistanî da û anî ziman ku ew piştgiriyê didin têkoşîna li Kurdistanê. Katabara got, "Bi her awayî em gelekî sûdê ji şoreşa wan werdigirin. Dawiya dawî divê em wan ji xwe re bikin mînak, di heman demê de piştgiriya têkoşîna wan bikin. Mîna ku Thomas Sankara got, 'Ciwanên ketine nava tevgerê xurt in, ciwantiay ku ketiye nava liv û tevgerê ji bombeya atomê jî bêhtir metirsîdar e'. Li Kurdistanê, li La Reunion, li Malî, li Latîn Emerîka yan jî Asyayê, li ku dibe bila bibe karê me ye ku em ciwanan bixin nava liv û tevgerê ji bo pêşengiyê ji têkoşînê re bikin."