Di greva birçîbûnê de roja 10’emîn: Ew ê berxwedan bidome

Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 10’emîn de didome. Moralê çalakgeran gelekî bilind e. Çalakger diyar dikin heta ku daxwazên wan pêk were, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya ji bo rakirina tecrîdê di roja 10’emîn de didome. Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, tên serdana çalakiyê.

Çalakger diyar dikin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin.  Çalakger 24 saetan di bin kontrola bijîşkan de ne.

REWŞA WAN A TENDIRUSTIYÊ

Bijîşk Fahrettîn Gulşen ev agahî da: “Di kontrola heftane de, me dît ku çalakgeran 3-6 kîlo kêm kirine. Heta niha rewşeke xeternak tune. Divê kesên ku nexweşiya wan hene, zêde nêzî çalakgeran nebin. Jixwe ji ber çalakiyên greva birçîbûnê ya sala 2012’an de tecrubeyeke me û ya kesên tên serdanê heye.”

Greva birçîbûnê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Strasboûrgê didome. Beşeke navendê ji bo xebatkarên çapemeniyê hatiye veqetandin. Li vê derê çalakger tevlî weşanên zindî dibin û derbarê rojevê fikrên xwe diyar dikin.

Rêveberên saziya FEDA’yê, pêşengên Elewiyan, ji bajarên Creîl û Marsîlya yê Fransayê, ji bajarên Elmanyayê yên bi navê Koblenz, Maînz, Sttûtgartê komên girseyî tên serdana çalakgeran.