Dewleta Tirk a dagirker li Fransa û Elmanyayê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li gelek bajarên Fransayê û bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hat protestokirin.

Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li gelek bajarên Fransayê, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku ji 2’ê Cotmehê ve zêde kirine, hat lidarxistin de nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî hat dayîn û hat xwestin ku demildest bikevin nava tevgerê.

Di serî de herêma Parîsê, Lîlle, Rennes û Reîms û herêma Normandiya li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin.

Li banliyoyên Vîlleneûve, Vîllîers-le-bel û Drancyê tevahiya şevê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku li navend Parîsê bi pêşengiya tevgera ciwanan çalakî hatin lidarxistin de, alên YPJ û YPG’ê hatin hildan.

Piştî nîva şevê, çalakvan di saet 01.30’an de li ber parlamentoyê kom bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo tevlîbûna meşa ku wê vê Şemiyê di saet 14.00’an de li ber Gare Dû Nordê destpê bike, bang hate kirin.

Li bajarê Rennes ê li herêma Bretonyayê û herêma Normandiyayê bi heman armancê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

LÎLLE

Li bajarê Lîlle yê Fransayê Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Dewleta Tirk a faşîst” û “Rojava ne bi tenê ye” êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Li ser navê meclîsa Nord Pas-de-Calaîs (Lîlle) daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Her Kurd û enternasyonalîst divê berê xwe bide Rojava û di nava çalakvantiyê de be.”

Di hemû çalakiyan de gerîlayên bi navê Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan ku 1’ê Cotmehê li dijî Wezareta Karên Hundir li Enqereyê çalakiya fedayî kirin, hatin bîranîn.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li cadeyek qelebalix meşiyan.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên ku nûneriya Rojava dikin, hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

Di daxuyaniya hatî dayîn de, nerazîbûn nîşanî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hat dayîn û bêdengiya navneteweyî jî hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de bang li ciwanên Kurd hat kirin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destkeftiyên hatin bidestxistin, kom bibin.