DEM-NED: PDK divê dest ji xeta xiyanetê berde

DEM-NED’ê nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK’ê da û got: “Rêveberên PDK’ê li şûna wijdanê guh didin dengê cuzdana xwe, li hemberî dagirkirina welatê xwe û bi cih bûna mêtingeran deng dernaxîne. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikeve nava tevgerê.”

Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Îro dewleta Tirk a mêtinger û faşîst têkildarî qirkirinekê plana xwe dixe dewrê. Di demek wisa de bi eşkere xuya dibe ku hin kesên di nava PDK’ê de nûneriya berjewendiyên dewleta Tirk dikin. Alî Ewnî bi daxuyaniyên xwe yên dawî li ser xeta hevkarî û xiyanetê cih digire.”

‘NÛNERÊN GEL LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Di rojên dawî de zêdebûna hevdîtinên dewleta Tirk û PDK’ê, nîşa dike ku wê di demek nêz de pêvajoyekî nû ya şer destpê bike. Gelek û nûnerên wê, dê destpêkê welatên xwe biparêzin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Lê rêveberên PDKê li şûna wijdanê guh didin cuzdana xwe, li hemberî dagirkirina welatê xwe û bi cih bûna mêtingeran deng dernaxîne. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikeve nava tevgerê.

Weke welatparêzên Kurdistanê em bang dikin ku PDK dest ji vê xeta xiyanetê berde û ji bo ku welatê xwe ji mêtingeran rizgar bikin bila li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê hevkariyê bikin.

Cihê me yê di rûpela dîrokê de, wê ne li gorî niyetên me li gorî pratîka me dê were diyarkirin.”