Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane li ber avahiya NY’ê hatin bibîranîn

Di çalakiya li ber avahiya NY’ê de tecrîda Îmraliyê hat protestokirin û Dayikên Aştiyê yên bi qezayeke jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Çalakiya Kurdistaniyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, nêzî sala xwe ya sêyemîn dibe. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de Dayikên Aştiyê Edalet Safalî, Perîşan Akçelîk û kurê Akçelîk Cîhan Akçelîk yên ji bo îfadeya dozgeriyê çûn Geverê û di wegera Colemêrgê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn.

Çalakî di şexsê Dayikên Aştiyê de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Tûba Yilmaz axivî û diyar kir ku Kurd ji her aliyê ve bi polîtîkayên qirkirinê re rûbirû tên.

‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN BERFIREH WERIN KIRIN’

Yilmaz bi bîr xist ku êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 30 meh in bêyî navber didome û got ku çalakiyên ku ji bo şikandina tecrîdê tên kirin ne têrker in û bang kir ku çalakiyên berfirehtir bên lidarxistin.

Hevserokê din Mehmet Latîf Çelebî jî banga tevlîbûna meşa navendî kir ku wê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Gelê Azad e” 2’ê Îlonê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin.