Dagirkeriya dewleta Tirk li Bruksel, Parîs û Frankfûrtê hate şermezarkirin

Li paytexta Belçîka Brukselê, li banliyoya Vîllîers-le-Bel a li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi çalakiyan êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Jin TV hate şermezarkirin.

BRUKSEL

Komek ji çalakgeran saet di 12:00 de li ber gar a trenê ya navendî ya Brukselê li hev kom bû û êrişa dewleta Tirk a li ser wesayiteke Jin TV a li Rojava şermezar kir.

Çalakgeran bi rengekî bêdeng çalakiya rûniştinê kirin, alên TJK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di dawiya çalakiyê de dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bimire xiyanet' hatin qîrîn.

VÎLLÎERS-LE-BEL

Li banliyoya Vîllîers-le-Bel a li paytexta Fransa Parîsê komek ji çalakgeran daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de hevkariya malbata Barzanî ya bi êrîşên dewleta Tirk re hate şermezarkirin û hate gotin, "Azadiya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî dibe."

Çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan û mirovên sivîl, bi mîtîngeke Meclîsa Gelê Kurd û Meclîsa Jinê ya Amara hatin şermezarkirin. Di mîtîngê de hevkariya PDK'ê ya bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re hate teşhîrkirin.

Di mîtîngê de ku li navenda bajêr li Haûptwacheyê pêk hat, belavok jî hatin belavkirin. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên 'Kujer Erdogan', 'Bimire xiyanet', 'Bijî berxwedana gerîla', 'Bijî berxwedana Rojava' û 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn.