Hikûmeta Elmanya: Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayên qebûlkirin

Wezîrê Edaletê Marco Buschmann li ser navê hikûmeta Elman pirsên der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava de bersivand û wiha got: "Ev êrîşên ku ji aliyê mirovahiyê ve hiqûqa navneteweyî binpê dikin, nayên qebûlkirin."

Hikûmeta Federal a di bin serokatiya Olaf Scholz de, di rûniştina ku parlementerên Bundestag ên Elman bersiv da pirsên der barê şerê Îsraîl-Xezeyê de, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî wargehên sivîl ên li Rojava ji aliyê Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger ve hat rojevê.

Bunger bi bîr xist ku dewleta Tirk bi taybetî ji 4’ê Cotmeha 2023’an û vir ve bi tundî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û berê xwe da Wezîrê Dadê Marco Buschmann ê li ser navê Hikûmeta Federal bersiva pirsan dide û wiha got:

“Di van êrîşan de sivîl; jin û zarok hatin qetilkirin, binesaziyên jînwaran hatin bombekirin. Birêz Buschmann, dema behsa êrîşên li dijî Îsraîlê kir, we diyar kir ku divê êrîşên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin bê ceza nemînin. Her wiha Yekîneya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal beriya niha ragihandibû ku Tirkiye bi van êrîşan hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Baş e, birêz Buschmann, wek Wezîrê Dadê, hûn nabînin ku êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin. Ma ev ne binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye?”          

BUSCHMANN: DIVÊ HERÊMÊN SIVÎL NEYÊN BOMBEKIRIN

Wezîrê Edaletê Marco Buschmann ji bo pirsa Bunger a ji Partiya Çep ev bersiv da: “Ji aliyê însanî ve mijara hiqûqa navneteweyî zelal û eşkere ye. Divê tu carî cihên sivîlan neyên hedefgirtin û êrîşkirin, binesaziyên sivîl jî neyên bombebarankirin. Heke êrîşên bi vî rengî çêbibin, ev yek dê ji aliyê mirovahiyê ve tê wateya binpêkitina qanûnên navneteweyî."

Endamê Partiya Demokrat a Azad (FDP) Buschmann jî diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê mirovahiyê ve nayên qebûlkirin û wiha dewam kir: “Niha di vê mijarê de agahiyên berfireh li ber destê min nînin. Lê belê pêkanîna êrîşan li dijî hedefên sivîl tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî."

Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger ku piştî daxuyaniya Wezîrê Edaletê Buscmann dîsa axivî û wiha got: “Girîng e ku hûn êrîşên Tirkiyeyê ji aliyê mirovahiyê ve wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî binirxînin. Lê çima heta niha Dozgeriya Federal derbarê van êrîşan de lêpirsîn venekiriye?” Bi vî awayî pirsek nû pirsî.

Wezîrê Dadê Buscmann jî got: “Mijara lêpirsîneke wiha bê vekirin an na, di bin berpirsyariya Dozgeriya Federal a serbixwe de ye. Di vê mijarê de xwedî kîjan kriters ne ez ê ê bipirsim û dawiyî dîsa li we vegerim."