Ciwanên Munîhê Nobeda Azadiyê dewr girtin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Ciwanên bajarê Munîh ê Elmanyayê hefteya 590’emîn Nebeda Azadiyê dewr girtin.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Ciwanên bajarê Munîh ê Elmanyayê hefteya 590’emîn Nebeda Azadiyê dewr girtin.
Çalakiya "Nobeda Azadiyê" ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî hatibû destpêkirin, dewam dike.
Ciwanên ji bajarê Munîh Kemal Ekîncî, Nurettîn Încî, Cîhan Ekîncî, Tûncay Zengîn û Nurettîn Kazan, çalakiya Nobeda Azadiyê ku herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, wê di hefteya 590’emîn de bidomînin.
Berdevkê Komê Kemal Ekîncî diyar kir ku ji bo çalakiya nobedê ya ji sala 2012’an û vir ve bênavber dewam dike ji Strasboûrgê bang li ciwanên Kurd kirin û wiha got: “Em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û tecrîdê bişkînin. Werin em bi hev re faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”