Ciwanan li Frankfûrtê çalakî kirin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ciwanan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û li ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ciwanan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û li ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn.
Ciwanên enternasyonalîst û jin ên ciwan ên Kurd li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li hev kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Rojava çalakî kirin.
Meş li kolana qelebalix a Frankfûrtê li Bergerstrasseyê pêk hat. Pankartên bi nivîsa piştevaniya bi berxwedana Rojava û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" qîriyan. Her wiha diyar kirin ku hikumeta Elman ji şer sûdê werdigire.