Ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî kirin
Ciwanên Kurd ên li Drancyê li hev civiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.
Ciwanên Kurd ên li Drancyê li hev civiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.
Ciwanên Kurd li banliyoya Drancy ya Parîsê, di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiyan û heta avahiya şaredariyê meşiyan.
Ciwanan li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.