Ciwanan bi çalakiyan pêngava azadiyê silav kirin
Ciwanên Kurd bi çalakiyên xwe yên li Hambûrg û Parîsê diyar kirin ku ew ê pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" bi biryardarî bimeşînin.
Ciwanên Kurd bi çalakiyên xwe yên li Hambûrg û Parîsê diyar kirin ku ew ê pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" bi biryardarî bimeşînin.
Ciwanên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê û li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, beşdarbûna Tevgera Ciwanên Kurd ên pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" silav kirin.
PARÎS
Ciwanên Kurd ên li banliyo Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê dimînin, bi çalakiyên Tevgera Ciwanên Kurd ên Baselê bi armanca silavkirina beşdarbûna pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" meşiyan.
Di tevahiya meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Ji Abdullah Ocalan re azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de piştî ku bal hat kişandin ser tecrîda girankirî û pergala îşkenceyê ya 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke berdewama komployekê hat nirxandin û têkildarî pêngava ku hatiye destpêkirin ev tişt hatin gotin: “Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan, em xwedî li hemû nirxên ku bi Rêber Apo re li tevahî Kurdistanê bi dest xistine derdikevin. Em pêngava dawî ya ku tevgera me daye destpêkirin bi coş û biryardariyeke mezin silav dikin û soza xwe ya ku em ê bi tevlêbûneke xurt pêngavê bimeşînin dubare dikin. Em ê pêngava ku bi şîara azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin bigihînin asta cîhanî, dîwarên Îmraliyê û pergala wê bişkînin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe ya li hemû qadên komployê pûç bikin. Bi ruhê 'Kes nikare roja me tarî bike' dema parastin û azadkirina Rêbertî ye."
HAMBÛRG
Ciwanên Kurd ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî ji bo silavkirina çalakiyê hatin cem hev.
Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê di şexsê fedayîyên Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn de ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Şoreşgerên Kurdistanê dest pê kir.
Di daxuyaniya silavkirina Îmraliyê û berxwedana gerîla de ev tişt hat gotin: “Em weke ciwanên Apoyî kolanan terk nakin. Li ku dibe bila bibe, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em ê nesekinin. Em weke ciwanên APO yên li Hambûrgê dijîn, em esareta Rêber APO qebûl nakin û diyar dikin ku em ê bi awayekî çalak beşdarî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" a di 10'ê Cotmehê de hatiye ragihandin, bibin."
Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.