Civaka Azad: Wê xeta xiyanetê li Kurdistanê bi bin bikeve
Civaka Azad bang li PDK’ê kir ku demildest dev jî xiyanet û hevkariya xwe ya bi dagirkeran re berde û ji xelkê Başûr jî xwest ku hesab ji vê feraseta hevkar-xiyanetkar bixwaze.
Civaka Azad bang li PDK’ê kir ku demildest dev jî xiyanet û hevkariya xwe ya bi dagirkeran re berde û ji xelkê Başûr jî xwest ku hesab ji vê feraseta hevkar-xiyanetkar bixwaze.
Kongreya Civaka Azad ku rêxistina sîwan a rêxistinên Kurd ên li Awûstûryayê ye, ji bo teşhîr û şermezarkirina xiyanet û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
‘’Dewleta Tirk li planê xwe yê bi sed salan ê qirkirina Kurdan bêyî sekin dewam dike. Wek perçeyekê vî planî şerê xwe yê bi Kurdan re niha li çar parçeyên Kurdistanê belav kiriye. Li şerê xwe yê bi armanca qirkirina Kurdan, bêyî tu rêgez û nirx û hêjahiyên mirovî dewam dike.
Di ser dijayetiya Kurdan re bi her kesî re tifaqê dike, hemû çavkaniyên li Tirkiyeyê pêşkêşê serweran dike. Li dijî gel û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, gundan dişewitîne, daristanan dişewitîne, di jêrzemînan de mirovan dişewitîne anku pêkanînên dijmirovî yên bi her awayî dike.
Tevî van hemû pêkanînan nekariye ber li Têkoşîna Azadiya Kurdan bigire.
Di hemû berxwedanên Kurdan ên di dîroka Kurdistanê de xiyanet hevkar her hebûne. Dewleta Tirk jî her ji vê xeta hevkar-xiyanetkar sûd wergirtiye û bi piştgiriya vê xetê serhildan têk birine. Lewma dewleta Tirk a faşîst li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdan xwe bêhtir li xeta hevkar-xiyanetkar digir û nakokiyên navxweyî yên Kurdan bi kar tîne û berê wan dide hev û din. Cerdevanî bi rêxistin kir, Hizbul-Kontra wek toreke kuştinê bi kar anî, hin Kurd dewlemend kirin û bi xwe ve girê dan. Tevî van hemûyan nekarî ber li Têkoşîna Azadiya Kurdan bigire û bi paş ve bibe.
Dewleta Tirk demên dawîn dikeve wê hewilê ku Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê di xeta xiyanetê de bike perçeyekê vî şerî. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li ser PDK’ê sekiniye. Bi gelek hewil û rêbazên cur bi cur karî PDK’ê li dijî PKK û gerîla bi kar bîne. Meyla xeta siyasî ya PDK’ê jî nêzê vê bû. PDK malbata Barzaniyan e. Bi PDK’ê re tu karakterekê demokratîk û azadîxwaz nîn e.
Li çar parçeyên Kurdistanê ne bi têkoşîna bi çekan lê di heman demê de ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdan û mîsogerkirina mafên neteweyî têkoşîn berdewam e. Ji aliyekî ve ku têkoşîneke wiha heye, têkiliya qirêj ku PDK’ê bi dewleta Tirk re daniye ne li gor berjewendiyên Kurdan e. Nûnerên Tevgera Azadiya di her daxuyaniya xwe de dibêjin: ‘’dawiyê li vê xiyanetê bînin.’’ Lê PDK guh nade van bangan û li têkiliyên xwe yên qirêj dewam dike. Çend roj berê Elî Ewnî ku rayedarekê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, Tevgera Azadiya Kurdan ji xwe re kir armanc, daxuyaniyek da kup ê xeta xiyanetê ya PDK’ê eşkere bû. Di vî şerê qirêj ê dewleta Tirk a qirker ê li dijî gerîlayên PKK’ê de, bi daxuyaniya bi dewleta Tirk re bû piştgir, Kurdistan pêşkêşê dagirkeriyê kir û bi wê jî nema û daxwaz ji dewleta Tirk kir ku rêveberên PKK’ê bi dronan ji xwe re bike armanc. Têkiliya tu şexs, sazî ya jî partiyeke wiha bi doza Kurd û Kurdistanê re nîn e û nabe ku bibe! Navê wan Kurd ya jî Kurdistan be, tiştekê biguhere nîn e. PDK û Malbata Barzaniyan, desthilatdarî û pêşeroja xwe endeksê dewleta Tirk kiriye û polîtîkaya dijminahiyê dike. Çar aliyên Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk re vekiriye. Divê em van polîtîkayên PDK’ê bibînin û wê bi dîrokî û civakî mehkûm bikin. Heta vê lîstîka bi xwîn a li dijî Kurdan hatiye danîn neyê dîtin û bandora wê neyê rakirin ne mimkûn e ku dawî li vê trajediyê were.
PDK, divê demildest dev ji vê xeta xwe ya xiyanetê berde. Xelkê Başûrê Kurdistanê jî xwe li ber vê feraseta hevkar-xiyanetkar ker neke, hesabê van polîtîkayên qirêj bixwaze.’’