Cenazeyê Dengbêj Feyzoyê Rizo hate veşartin
Cenazeyê Dengbêj Feyzoyê Rizo li herêma Krasnodar a Rûsyayê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê Dengbêj Feyzoyê Rizo li herêma Krasnodar a Rûsyayê bi merasîmekê hate veşartin.
Li navçeya Kropotkînskaya ya herêma Krasnodar a Rûsyayê, ji bo Dengbêjê Kurd Feyzoyê Rizo merasîm hate lidarxistin.
Merasîma veşartina cenaze, roja Îniyê hate lidarxistin. Cenazeyê Feyzoyê Rizo, ji aliyê malbat, xizm û hezkiriyên wî ve hate veşartin.
Feyzoyê Rizo (Feyzo Amarov) sala 1954’an li Ermenistanê di nava malbateke Kurd de ji dayik bû.
Rizo li ber stranên mamên xwe Şeroyê Biro û Mecîdê Farîn ku dengbêjên klasîk ên Kurd in, mezin bû. Li pey şopa wan çû û dest bi dengbêjiyê kir. Salên dirêj di beşa Kurdî ya radyoya Erîvan de li gel Agîde Cimo ku weke Mîrê Bilûrê tê nasîn, stranên klasîkên Kurdî digot.
Dengbêjê Kurd Feyzoyê Rizo salên dirêj bi nexweşiya qanserê re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest da. Feyzoyê Rizo bi stranên Delalê, Destmala Min, Oy Oy Li Min, Hekîmo, Gede, Bavê Feqî, Nûrê, Salîh û gelek klasîkên Kurdî dihat naskirin. Bû yek ji dengbêjên ku di bîra Kurdî de şopek kûr hêlaye.