Cenazeyê Îbrahîm Okçûoglû hat veşartin

Cenazeyê Îbrahîm Okçûoglû ku li sirgûnê bû û ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, li goristana birdariya Rosa Luksembûrg û hevalên wê lê ye, hat veşartin.

Cenazeyê Îbrahîm Okçûoglû yê ku endamekê damezirîner ê Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) bû û 24’ê Tebaxê ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê gelek şagirt û hevrêyên xwe ve ku ji gelek bajarên Ewropayê hatin, li Berlîna paytexta Elmanyayê hat veşartin.

Li cihê bîrdariya Rosa Luksembûrg û hevrêyên wê lê bû, saet di 11.00’an de bi meresimekê cenaze hat veşartin. Nûnerê MLKP’ê ku li meresimê axivî, behsa jiyana Îbrahîm Okçûoglû kir. Nûner got: ‘’Hevrêyê bijîşk, ji bo têkoşîna enternasyonal di warê navneteweyî de geş û gur bibe gelek ked da. Ji bo komunîstên ciwan siûdê ji wer bigirin, di têkoşîna li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê de gelek mîrate hişt.’’

Piştî veşartina cenaze meresima bibîranînê saet di 15.00’an de hat çêkirin. Gelek nûnerên saziyên siyasî ku tev li meresimê bûn, axivîn û behsa têkoşîna Okçûoglû kir û sersaxî ji bo malbatê xwest. Hat diyarkirin ku Okçûoglû yê ji Ewropayê ta bi Rojhilata Navîn gelek xebat ji bo şoreşê kirine, yekê nemir e.

Kurê Îbrahîm Okçûoglû ku li ser navê malbatê axivî, got ku ew ji bavê xwe hînê pir tiştan bûye.

Fatoş Goksûngûr ku li ser navê KCDK-E’yê axivî, ev tişt dan xuyakirin: ‘’Hevrê Îbrahîm şoreşger, heval û hevrêyekê wisa bû ku heta bi kêliya dawîn a jiyana xwe jî sosyalîzm ji xwe re kiribû awayekê jiyanê û ji wê boneyê têdikoşiya. Mîrateya ku hevrêyan ji bo me hiştiye ew e ku divê di her şertî de têkoşîna hevpar li dijî faşîzmê bê kirin.’’