Cejna Vejînê li Freîbûrgê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Freîbûrgê dijîn, 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyeke pîroz kirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Freîûrb ê Elmanyayê hat pîrozkirin.

Pîrozbahî, ji bo bîranîn şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokên Meclîsa Gel a Freîbûrgê Cejna Vejînê pîroz kirin û wiha got: “Guleya ewil di mejiya Kurdan de teqiya. Ji ber ku me ji xewa mirinê şiyar kir. Kurdê mirî zindî kir.”

Her wiha siyasetmedar Abdullah Demîrbaş di pîrozbahiyê de axivî. Piştî axaftinan li ber stranên Hozan Axîn, Hozan Bîrhat û Hozan Şîvan Amûdê govend hat gerandin.