CDK-F û TJK-F: Rêya şikestina tecrîdê berxwedana bi tevahî ye
CDK-F û TJK-F’ê, komploya navneteweyî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û got: ‘’Tecrîda Îmraliyê encax bi berxwedana bi tevahi bişike.’’
CDK-F û TJK-F’ê, komploya navneteweyî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û got: ‘’Tecrîda Îmraliyê encax bi berxwedana bi tevahi bişike.’’
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinen Kurd a Fransayê (TJK-F) daxuyaniyeke nivîska da, got: ‘’Di şexsê de Rêber Apo de ku 25 sal in tecrîda girankirî li ser e, Komara Tirkiyeyê ya faşîst ku dixwaze vîna Kurdan bixe destên xwe, bi pergala Îmraliyê dixwaze pêşeroja Kurdan û hemû gelên li Rojhilata Navîn tarî bike.’’
‘HETA RÊBERTIYA ME AZAD BIBE…’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
‘’Mîmarên komploya navdewletî yên bêyî Rêber Apo ku 31 meh in tu agahî jê nayê girtin, neçareseriyê ferz dikin, bi pergala Îmraliyê armanca xwe ya ji niha û bi şûn ve bi eşkerehî didin xuyakirin. Salvegera komploya 9’ê Cotmehê, em dixwazin bidin zanîn ku em li vîna xwe dibin xwedî û tecrîd û pergala îmhakirinê ku dixwazin li ser me ferz bikin, red dikin.
Heta haya me ji Rêbertiya me çê bibe, heta pergala Îmraliyê bi tevahî ji holê rabibe û Rêbertiya me azad bibe em ê têkoşînê geş bikin. Bi vê boneyê di salvegera komployê de bi armanca protestokirinê em ê tevî dostên xwe çalakiyeke girseyî li dar bixin.
Di serî de CPT, ji bo bidawîbûna binpêkariyên mafî me bang li hemû saziyan e ku bi rêzikên danîne, bikin. Ji bo bidawîbûna pergala Îmraliyê ku dûmahîka komploya navdewletî ye, ji bo şikandina vê şikandina vê tecrîdê ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin, me bang li wan e ku gavên pêwist biavêjin.
BANGA TEVLÊBÛNA MEŞÊ
Kurd dizanin ku şikestina tecrîdê bi berxwedana bi tevahî ye û bi vîna xwe li dora Rêbertiya xwe li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de, saet di 14.00’an ji ber Gar edu Nordê em ê dest bi meşê bikin. Em bang li girseya xwe dikin ku bi hestyariyeke zêde; bi girêdayîbûna xwe bi Rêbertîyê û vîna xwe ve, tev li meşê bibe.’’