CDK-F, TJK-F: Gerîla rûmeta gel e, em ê bêdeng nemînin

CDK-F û TJK-F’yê wiha got: “PDK-Malbata Barzaniyan diçe hewara dewleta Tirk. Gerîla rûmeta gel e, em ê nehêlin ku bi rûmeta me bileyîzin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) de, wiha hatiye gotin: “Li dijî têkoşîna mafdar a gelê Kurd ku bi pêşengtiya zarokên xwe yên leheng pêk tîne, xeta îxanetê ya ku dewleta Tirk bi destê hevkaran pêk tîne bi navê PDK-Barzanî bûye hevwate. Di sedsaliya Lozanê de faşîzma AKP-MHP’ê ku bi armanc û xeyalên sala 2023’yan ket rê, rastî berxwedana gerîla ya dîrokî hatiye û têk çûye. Dewleta Tirk a ku ketiye nava qeyranek mezin de, PDK û Malbata Barzanî yên xayîn ji bo rizgarkirinê diçin hewara wan. Gerîla rûmeta gelan û temînata siberojê ye, em ê destûr nedin tu hêz bi rûmet û siberoja me bilîzin û em ê bêdeng nemînin.”

 ‘TERCIHA PDK’Ê NE AZADÎ LÊ RADESTBÛN E’

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

"Dewleta Tirk hêza NATO’yê da pişta xwe û bi rûyê modernîteya kapîtalîst yê herî hovane êrîşê gerîla kir. Ev nîşaneya neçarî û bêhêziya dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê jî li Başûrê Kurdistanê piştgiriyê ji PDK-Barzanî digire û xeta îxanetê her roj bi pratîkên cudatir berdewam e.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku PDK-Barzanî li şûna azadî, pêşengiya jinan û berxwedanê, radestbûn, feodalîzm û îxanet tercîh kirine.

BANG LI GEL HATIYE KIRIN KU LI BER XWE BIDE

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatine diyarkirin:

“Lê belê gerîla û Tevgera Azadiyê bi ruhê fedaî yê Apoyî, bêyî li berjewendiyên xwe bifikirin, di bin şert û mercên herî dijwar de, li têkoşîna mafdar a gelê Kurd di berdêla dayîna canê xwe dewam dikin.

Em PDK-Barzanî ku li dijî gerîla û yekitiya neteweyî ya Kurdan tevdigere û li xeta îxanetê dewam dike şermezar û lanet dikin. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî xeta îxanetê ya PDK-Barzanî ku hewl dide wan bike kole û bike xizmetkarê Komara Tirk a dagirker derkevin û xwedî li berdêlên ku ji bo azadiyê hatine dayîn derkevin û di çerçoveya yekîtiya neteweyî de tevbigerin. Eger ne wisa be wê faşîzma Tirk- AKP-MHP’ê qirkirinên ji yên Seddam xirabtir pêk bîne.”