CCAF'ê zexta li dijî Kurdan a li Fransayê şermezar kir
CCAF'ê biryara Şaredariya Strasboûrgê şermezar kir ku fon dide komeleya Mîllî Goruşê û got, "Na ji Mîllî Goruşê re, Erê ji Kurdên pêşverû re."
CCAF'ê biryara Şaredariya Strasboûrgê şermezar kir ku fon dide komeleya Mîllî Goruşê û got, "Na ji Mîllî Goruşê re, Erê ji Kurdên pêşverû re."
Konseya Komeleyên Ermenan a Fransayê (CCAF) bi daxuyaniyekê got, "Wezareta Karên Hundir divê bi rengekî dijminane nêzî nûnerên gelên Tirkiyeyê nebe ku ji bo demokrasiyê li dijî cîhadîstan şer kirine. Fransa divê di helwesta xwe ya siyasî de hevgirtî be."
Di daxuyaniyê de serdegirtina saziyên Kurdan ên li Fransayê, her wiha biryara Şaredariya Strasboûrgê ya ji bo dayina fon ji mizgefta Mîllî Goruşê re hate şermezarkirin.
CCAF'ê bi bîr xist ku Komeleya Mîllî Goruşê ya ku mizgefta navborî ava dike, ne tenê rêziknameya Komarê îmze nake, di heman demê de ji propaganda olî jî wêdetir yek ji hîmên bingehîn ên neteweperestiya tundrew a Tirk e û got, "Piştgiriya navborî tê wateya teşwîqê."
CCAF'ê destnîşan kir ku komeleya navborî yek ji çavkaniyên Bozkûrtan e ku Mijdara derbasbûyî hatibûn fesihkirin û wiha dewam kir, "Fransa ku îdîa dike ku li dijî rejîma Erdogan têdikoşe, bi rengekî dijminane nêzî nûnerên rêxistineke Kurdan dibe ku ew rêxistin nirxên 'laîktiyê' diparêze. Lewma em ji van hewldanan bi fikar in. Wezareta Karên Hundir divê bi rengekî dijminane nêzî nûnerên gelên Tirkiyeyê nebe ku ji bo demokrasiyê li dijî cîhadîstan şer kirine. Fransa divê di helwesta xwe ya siyasî de hevgirtî be."