Carlo Sommaruga: Abdullah Ocalan dikare aştiya mayinde bîne

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê berdewam e. Parlementerê Swîsreyî Carlo Sammuraga beşdarî çalakiyê bû û got, “Mifteya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Çalakiya ku di çarçoveya “Dem dema azadiyê” de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya sala 2021’an ve her roj Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, ket meha xwe ya 32’an.

Çalakiya ku li qada Natîons ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye hat lidarxistin, di şexsê Demhat Cîlo (Eyup Çelîk) ê di sala 2020’an de li Garzanê şehîd bû, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kasim Erîk axivî û bi bîr xist ku çalakî di meha 32’emîn de û diyar kir ku heta saziyên rayedar bi taybet NY û CPT bi erka xwe ranebin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew ê li qadan bin.

Serokê Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Federal a Swîsreyê Carlo Sommaruga jî beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got: “Rastiyeke ku aştiya li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê bibe mifteya çareseriyê.”

Sommaruga, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang li dewleta Swîsreyê kir û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk çareser bibe divê dewleta Swîsreyê berpirsiyarî bigire ser xwe.”

Piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.