CÎK: Li dijî êrîşên ser Rojava bi hev re li ber xwe bidin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) diyar kir ku dewleta Tirk li her parçeyê Kurdistanê Kurdan dike hedef û bang li gelê Kurd kir ku bi hev re li dijî van êrîşan bisekinin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) diyar kir ku dewleta Tirk li her parçeyê Kurdistanê Kurdan dike hedef û bang li gelê Kurd kir ku bi hev re li dijî van êrîşan bisekinin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyekê êrîşa Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li dijî Rojava û êrîşên li dijî herêmên sivîl ên piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi salan e li ber çavê cîhanê komkujiyên xwe yên li ser Kurdan didomîne û hat gotin: "Dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan bi hemû derfetên xwe êrîşî çar aliyên Kurdistanê dike. Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk dema ku serokê MÎT'ê bû polîtîkaya 'Ez ê ji Sûriyeyê roketan biavêjim Tirkiyeyê û em ê şer bidin destpêkirin' qebûl kir. Ew mîmarê sereke yê qetlîamên li dijî Kurdan e. Her çiqas tê zanîn tu têkiliya bûyera Enqereyê bi Rojava re nîne jî, ji bo êrîş û qetlîamên nû li dijî kurdan bikin vê dikin hincet. Wezîrê Karên Derve diyar dike ku ew ê li ber çavê hemû cîhanê qetlîamekê pêk bînin. Herî dawî jî bi dehan balafirên bêmirov êrîşî qadên jiyanê yên sivîlan kirin. Avahiyên xizmetguzariyê, binesaziyên xizmetguzariyê, çavkaniyên aborî û bendav hedef tên girtin. Di encama van êrîşan de gelek welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Gelek mirovên me birîndar bûn. Beriya her tiştî em van êrîşên li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Hemû cîhan bi bêdengî li van êrîşên nemirovane temaşe dike. Tu hêzên navneteweyî rê li ber qetlîamên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ê bêguneh nagire. Em bang li civaka navdewletî, NY û partî û dewletên garantor li Sûriyeyê dikin ku dest ji sûcê şer ê li dijî sivîlan û cihên jiyanê yên gel berdin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê gelê Kurd li dijî van êrîşan bi hev re li ber xwe bide û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk dixwaze li Rojava bêîstikrariyê çêbike û herêmê vala bike. Divê civaka Kurd û partiyên siyasî li dijî van êrîşan bisekinin. Divê em bi gelê xwe yê Rojava re bibin yek. Divê gelê me li dijî êrîşên dewleta Tirk bi hev re li ber xwe bide. Divê Kurd li her qada ku lê dijîn li dijî vê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk têbikoşin.”