Berxwedêrê greva birçîbûnê Xelîl ber bi Berlînê kete rê

Şiyar Xelîl ê li bajarê Nûrnberg 62 roj in di greva bêdawî-bêdorveger de ye, wê çalakiya xwe li Berlînê bidomîne.

Şiyar Xelîl ê li bajarê Nûrnberg 62 roj in di greva bêdawî-bêdorveger de ye, êdî wê çalakiya xwe li Berlînê bidomîne. Şiyar Xelîl li Mala Gel a Medya bi kombûna Kurdistaniyan û gelek welatiyên Elman ber bi Berlînê ve hate bi rêkirin.

Xelîl berî ber bi Berlînê ve bikeve rê ji bo kesên serdana wî kir axivî û ev tişt got: “ Ji niha û şûnde wê berxwedana min li Berlînê bidome. Ev du meh bûn berxwedana me li vir dewam kir, li vir ruhekî yê berxwedanê derket.  Qedera berxwedêrên grevên birçîbûnê di destê gelê me û mirovahiyê de ye. Divê di zanabûna vê de be. Dijmin hewl dide berxwedanê bişkîne. Em jî di berxwedana xwe de bi israr in.”

 ‘RÊBERTIYÊ BERXWEDAN FÊRÎ ME KIR’

Xelîl bibîr xist ku wan berxwedan û azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine û wiha pêde çû: “Rêbertî teslîmyet fêrî me nekiriye, azadî û berxwedan fêrî me kiriye. Em jî bi xwerêxistinê, berxwedanê zilma li ser gelê Kurd bişkînin. Divê ji her demê bêhtir her kes di vê pêvajoyê de xwe bi rêxistin bike û li ber xwe bide. Me soz daye Rêbertiya xwe, tu kes nikare ruhê me bistîne. Heta ku hêz û qûweta me hebe emê li ber xwe bidin. Ev ruh ne yê me ye yê gelê me ye. Ji bo wê em ê biparêzin. Em ê li ber xwe bidin ku serketinê bînin. Li zindanan di bin şertên giran de hevrêyên me li ber xwe didin. Ji bo hestreta hevrêyên xwe yên şehîd bûne pêk bînin, divê em berxwedanê hê zêdetir mezin bikin.”