Banga ‘Sira dewletê’ ya li ser Qetlîama Parîsê ronî bikin, hate kirin
CDK-F ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê ya ku rêveberên dewletê weke ‘sira dewletê’ îfade kirin, li pêşiya Wezareta Edaletê ya Fransa çalakiyek kirin.
CDK-F ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê ya ku rêveberên dewletê weke ‘sira dewletê’ îfade kirin, li pêşiya Wezareta Edaletê ya Fransa çalakiyek kirin.
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî, parlemetnerên ji tevgerên Serînetewandinê ya Fransayê, endamên Komeleya Piştevaniya Franc-Kurdistanê saet 14:00’an li pêşiya Wezareta Edaletê ya Fransa kom bûn.
Ji bo dosyaya têkildarî yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (sara), Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên 9’ê Çileyê li Parîs hatibûn qetilkirin, carekî din banga ‘Qatil diyar in, sira dewletê ya li ser dosayê rakirin’ li Wezareta Edaleêt kirin û destgîrkirina roja Sêşemê li Fransayê pêk hatibûn jî protesto kirin.
Çalakiya ku dirûşmên ‘Edalet, heqîqet’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Qatil Erdogan’ hatin qîrkirin, bi axaftinan xîtabî Wezareta Edaletê kirin. Di axaftinan de bal kişandin ku qetlîam ji aliyê Îstixbarata Tirk MÎT’ê ve hatiye kirin û got: “Agahiyên têkildarî qetlîamê ku di destê rayedarên Fransî de ku bi hinceta sirên dewletê ne bi dozgerê ku dozê dişopîn re nayê parvekirin.” Di çalakiyê de bang hate kirin ku ‘sira dewletê’ rakin.
Fransa Boyun Eğmeyenler Hareketi Milletvekili Sabin Robain da yaptığı konuşmada, Fransa toprakları üzerinde yaşanan bu katliamın bir kara leke olduğunu ifade ederken “Devlet sırrı derhal kalkmalı ve bu kara leke silinmelidir” dedi.
Parlemetnerê Tevgera Serînetewandinê ya Fransa Sabîn Robaîn axivî û destnîşan kir ku ev qetlîama li ser xaka Fransa pêk hatiye weke deqeke reş e û got: “Divê tavil sira dewletê bê rakirin û ev deqa reş bê rakirin.”
Robaîn diyar kir ku ew berxwedana Kurdan a li Rojava ji bîr nakin û got: “Heta ev doz ronî nebe, em ê şopdarê dozê bin.”
Parlementerê berê yê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman jî axivî û bal kişand ser biryara girtina HDP’ê û anî ziman ku di demek wiha de li Fransayê poerasyonên li ser Kurdan tê kirin ne tesadûf in. Adiyaman got: “Dev ji bikaranîna Kurdan a weke tantajê berdin.” Adiyaman bang li Fransa kir ku tavilê ji vê şaştiyê vegere.
Çalakî bi dirûşma ‘Edalet û heqîqet’ bi dawî bû.