Banga FED-GEL’ê li PDK’ê: Hêj ku tu neqedandiye, dev ji xiyanetê berde

FED-GEL’ê diyar kir ku PDK’ê bi têkiliyên xwe yên qirêj dikeve wê hewilê ku Lozaneke din bi serê Kurdan de bê û got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Tevgera Azadiyê bibe xwedî, li dijî xiyaneta PDK’ê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne."

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL-BW-BAYERN) jî bang li PDK’ê ku bi dewleta Tirk a faşîst re li êrîşên xwe yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de dewam dike, kir.

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), daxuyaniyeke bi sernavê ‘’Hêj ku xiyanetê tu neqedandiye, dev jê berde’’ da. Tevgera Azadiyê ku li dijî êrîşên bi ser Kurdan de bi awayekê bi rûmet têdikoşe, di serî de dewleta Tirk a faşîst a qirker, derbên giran li hêzên mêtinger xistine û dixe. Tevgera Azadiyê bi berxwedana xwe Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ji qirkirinê xelas kirine. Gerîlayên Azadiyê ku bi awayekê rewa û demokratîk têdikoşin, hem hêviya yekane ya xelasiya hemû Kurdan hem jî temînata yekitiya neteweyî ya navbeyna Kurdan in.

Sedsala Peymana Lozanê ku parçekirina Kurdistanê pê hat erêkirin qediya û ket sedsala duyemîn, Tevgera Azadiyê, ji bo Lozaneke din neqewime ji bo Kurd bi neteweyî bibin yek û Kurdistana azad ava bibe têkoşîn geş kiriye, PDK’ê cardin têkiliyên qirêj bi dewleta Tirk a faşîst re datîne û dixwaze ku Lozaneke din li Kurdan biqewime. Tevgera Azadiyê gelek caran bang lê kir ku dev ji têkiliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re berde, rayedarên PDK’ê guh nedaye van bangan û li têkiliyên xwe yên xiyanetê dewam kiriye.

PDK’ê, bi temamî xwe ji nirx û hêjahiyên Kurdîtiyê qut bûye, bi her tiştê xwe xwe daye destên dewleta Tirk. Elî Ewnî ku rayedarekê PDK’ê ye, bi xwe nekariye û nûnerên Tevgera Azadiyê kirine armanc û ketiya hewila rewakirina êrîşên dewleta Tirk.

Tevgera Azadiyê û gerîlayên wê hêviya yekane ya Kurdan in ku wê dewleta Tirk a faşîst a qirker û hemû hêzên mêtinger têk bibin. Em FED-GEL, bang li hemû gelê xwe dikin ku li Tevgera Azadiyê û gerîlayên wê bibe xwedî û li dijî têkiliyên qirêj û xiyaneta PDK’ê yekitiya xwe ya neteweyî ava bike û hesab ji PDK’ê bixwaze.’’