Bahozê şeva Çarşemê bandoreke giran li herêmên Bretonya ya Rojava û Cotentinê kir.
Li gorî saziya meteorolojiyê ya Fransayê leza ba û bahozê li hin deveran gihîşt 193 kîlometre saetê.
Rayedaran bang li şêniyên wan herêman kir ku ji malê xwe dernekevin û negerin. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî heman bang kir.
Li gelek herêman seferên trenê bi temamî hatin rawestandin. Li herêma Parîsê jî hin xetên ragihandinê wê nexebitin.
Wezîrê Ragihandinê Clement Beaune diyar kir ku li bajarê Aisneyê ajokarekî ku dar bi ser de ket, jiyana xwe ji dest da.
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin jî mirina kesekî û birîndarbûna 4 kesan piştrast kir û diyar kir ku zêdeyî hezar û 300 kes hatine veguhastin.
Ji ber bahozê li 1,2 milyon xanî elektrîk qut bû. Heta sibeha Pêncşemê jî li herêma Bretonyayê 780 hezar xanî bêelektrîk bû.