‘Azadiya çand û hunerê bi azadiya Rêber Apo pêkan e’

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn Ewropa bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin roj bi roj geş dibe. TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn Ewropa bi daxuyaniyekê beşdariya xwe ya ji bo pêngava azadiyê ragihandin. Di daxuyaniyê de şehîdên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin bibîranîn.

Daxuyanî ji aliyê hunermend Bermal Çem ve hat xwendin. Çem ewilî bal kişand bi ser pergala îşkencê ya li îmraliyê û got: “Ev pergal xwe dispêre metîngerî û qirkirina sedsalan a li ser Kurdistanê. Wisa bûye ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li gor rejîma qirker a li Îmraliyê tên meşandin. Ew pergala tecrîd û işkenceyê ya giran ne tenê li ser Rêber Apo heman demê, li ser gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û mirovahiyê pêk tê. Bi van pêkanînan destpêkê li ser jin û ciwanên Kurd, rewşenbîr û hunermendan û hêzên demokratik ê civakê pêk tê. Dijmin bi van pêkanîna dixwaze vîn û hêviya gelê me bişkîne, çand û civaka wê di qirkirinê de derbas bike. Tecrîda giran a li Îmraliyê her roj girantir dibe. Ew 32 meh in ji Rêber Apo tu agahî nayên girtin. Weke tê zanîn navenda êrîşên faşist û mêtînger de girava Îmraliyê  heye. Ev vekirî tê dîtin. Rejîma faşîst û mêtînger cara yekeme ewqas giran û kûr dixwaze Rêber Apo di zindanê de bifetisîne. Tu pivanên exlaqî û hiqûkî pêk naynin. Pergala ku her kêliyê wê îşkenceyê êdî nayê qebûlkirin û li dijî wî zêdeyî 100 navendên cîhanê gelek kesayetên demokrat û azadîxwaz dengê xwe bilind kirin û helwesta xwe ya zelal nîşan dan.”

Di berdewama daxuyaniyê de Çem destnîşan kir ku gelek kesayetên demokrat û azadixwaz her roj bi bangek nû tevlî vê kampanya yê dibin û û wiha pêde çû: “Pêwîst e Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn, rola xwe ya siyasî bilîze, divê ji çala Îmraliyê derkeve. Çareseriya bingehîn aramkirina erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, azadkirina çand û hunera Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Çem, pêngava azadiyê silav kir û wiha bi dawî kir: “Weke TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn ya Ewropa em ê jî bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd. Bi xebat û çalakiyên xwe yên çandî û hunerî bênavber vê pêngavê bimeşînin. Bi vê boneyê em bang li her kesên dilê wan ji bo aştî, aramî, demokrasî û azadiyê lê dide xwedî li pêngava azadiyê derkevin û pêş bixin, dikin.”