AvEG-Kon li Kolnê dest bi grevê dike
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AvEG-Kon) ji bo ku faşîzma AKP'ê, tecrîdê û bêdengiya saziyên navnetewî şermezar bike, 1'ê Nîsanê ji bo 5 rojan li Kolnê greva birçîbûnê dide destpêkirin.
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AvEG-Kon) ji bo ku faşîzma AKP'ê, tecrîdê û bêdengiya saziyên navnetewî şermezar bike, 1'ê Nîsanê ji bo 5 rojan li Kolnê greva birçîbûnê dide destpêkirin.
AvEG-Konê diyar kir, têkilî greva birçîbûnê 1'ê Nîsanê saet 12.00'an li Heûmartkt, 50667'an li Kolnê wê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
AvEG-Kon li dijî faşîzmê bang li her kesî kir ku li ber xwe bidin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin greva briçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 143 roj, ya Nasir Yagiz 130 roj, ya çalakgerên Srasboûrgê 104 roj li pey xwe hiştine, her wiha li gelek deverên cihanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome, li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê 330 girtî ev 105 roj in greva birçîbûnê didome û her wiha 5 hezar girtî jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.
Av-EG'ê di daxuyniyê de got di serî de rewşa Leya Guven, rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ya tendiristiyê ne baş e, heta niha li girtîgehan 4, li Elmanya Ugur Şakar, grevên birçîbûnê bûne sedem ku 5 kes jiyana xwe ji dest bidin û hate gotin ew mitaleyan dikin ku zêdetir kes di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin.
Her wiha hate gotin daxwaza Leyla Guven û berxwedêrên din ya tecrîd bi dawî bibe daxwazeke civakî ye û wan hemûyan têkildar dike û hate gotin, ''Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û demilest divê rabe.''
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Em Av-EG ji bo ku em zilma Erdogan/AKP ya faşîst û dîktator a li ser gelên me, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan, desteserkirina mafên girtiyan û bêdengiya CPT, Komîsyona Ewropayê, saziyên mîna NY'yê û yên dewletên Ewropayê şermezar bikin, 1'ê Nîsanê li Kolnê em ê greva birçîbûnê ya 5 rojan bikin.
Em bang li nûçegihanan, raya giştî ya demokratîk a bihistyar û çi kesê dijî faşîzmê ne, dikin ku tevlî daxuyaniya me ya çapemeniyê ya têkilî greva birçîbûnê û daxwazê me, bibin.''