AVEG-KON: Hevrêyê me Îbrahîm Okçûoglû jiyana xwe ji dest da
AVEG-KON'ê ragihand ku Îbrahîm Okçuoglû jiyana xwe ji dest daye û got, "Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin."
AVEG-KON'ê ragihand ku Îbrahîm Okçuoglû jiyana xwe ji dest daye û got, "Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) de wiha hat gotin: "Pêşengekî tevgera şoreşgerî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn jiyana xwe ji dest da. Di sibeha 24'ê Tebaxê de hevrêyê me Îbrahîm Okçuoglû di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest da. Me di teorî û siyaseta Marksîst de zanayekî mezin winda kir."
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
Hevrêyê me Îbrahîm Okçuoglû bi perwerdeyên ku li gelek wargehên ciwanan daye re bûye hevalê 'Selîm Hoca' an jî 'Doktor'ê yê gelek nifşên ciwan. Bi rûkeniya xwe, henek, dilnizmî û hişmendiya xwe ya îdeolojîk dihat naskirin.
Bi beşdarbûna di civînên navneteweyî de xeta şoreşgerî hembêz kir. Piştî serkeftina Şoreşa Rojava, di hevpeyvîna ku di serdana xwe ya Rojava de ku bi heyeta ICOR’ê re beşdar bû de, bi gotina “Min kesek bêhêvî nedîtiye” coşa şoreşê parve kir.
Em ê bi parastina mîrat û nirxên ku li pey xwe hiştiye bi bîr bînin û zindî bihêlin. Em ê bi israr têkoşîna şoreşê bi serbilindî pêk bînin!
Hevrê Îbrahîm Okçuoglû wê li goristana Friedrichsfelde ya Berlînê ya ku Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht lê hatine definkirin, bê veşartin. Dema ku zelal bibe em ê agahiyên berfireh parve bikin."