ATÎK’ê êrîşa DAÎŞ’ê şermezar û bang li gel kir

ATÎK a êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Ewropa şermezar kir, bal kişand ser rola dewleta Tirk a di van êrîşan de û banga têkoşînê li gel kir.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK) daxuyaniyek da û êrîşên li Avûstûrya û Fransayê şermezar kir.

ATÎK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand çeteyên DAÎŞ’ê li Ewropayê sivîlan qetil dike û got: “ Ev êrîşên ku çeteyên faşîst plan kiriye, mîna hemû êrîşên bêrî niha kirin, di demekê de ku welatên YE û Erdogan ê faşîst di nava krîzan de ne pêkhatina wê manîdar e. Bi taybet êrîşên ku meha Hezîranê ya ji aliyê çeteyên bi desteka MÎT’ê li Viyanayê di mîtînga Piştevaniya Jinên Ewropa û piştre li dijî xebatên DÎDF û VTÎD ên girêdayî ATÎK’ê dom kirin heta qetlîama 2’yê Mijdarê.

Erdogan ên li dijî Kurdan siyaseta lînçkirinê didomîne, heman rengî dixwaze li Ewropa jî bidomîne.”

ATÎK’ê bang li gelên welatên Ewropayê kir ku li dijî dewleta Tirk têkoşînê bikin.