Antîkapîtalîstên li Fransayê jî piştgiriyê didin greva birçîbûnê

Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA) diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin. NPA’yê xwest ku Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

NPA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bi banga Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê 50 Kurdan dest bi greva birçîbûnê kirine û greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê Leyla Guven jî mehek li pey xwe hiştiye.

NPA’yê got ku, “Ev hemû çalakger tecrîda li ser Ocalan û girtina endamên HDP’ê û girtina mûxalîfan ên bi destê AKP’ê jî protesto dikin.”

NPA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Ewropayê gelek Kurd di nav çalakiyên protestoyê de ne. NPA’yê bal kişand ser zextên li ser mafên mirovan a li Tirkiyeyê û dagirkirina Efrînê.

NPA’yê diyar kir ku ew piştgiriyê dide grevên birçîbûnê û ev daxwaz kir:

-Divê Abdullah Ocalan azad bibe û li Tirkiyeyê doza Kurdan bi rêyên siyasî yên bi muzakere were çareserkirin

-Divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan

-Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin.

Partiya Çepgir a Fransayê û Partiya Komunîst a Fransayê jî diyar kiribûn ku ew jî piştgiriyê didin greva birçîbûnê.