Aktîvîstê Belûcitanî: Divê ciwan li dijî zilma dewletan bibin yek

Aktîvîstê ji Belûcistanê Abdûl Abbas got ku ciwan li çiya û kolanan berxwedanê didomînin û banga yekîtiyê kir.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Ronahî û “Youth Writing History” ve hatiye organîzekirin, di roja duyem de bi bernameyên çandê û atolyeyê li Parîsê dewam dike.

Aktîvîstê Belûcistanî Abdûl Abbas ku li Elmanyayê dijî, qala dîroka Belûcistanê kir û diyar kir ku beriya mêtingeriya Îngilîz Belûcîstan welatekî azad bû.

Aktîvîstê Belûcistanî Abdûl Abbas bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha got: “Ez ji bo cîhana azad, ji guhertinê bawer dikim. Teqez ev guhertin wê ji aliyê ciwanan ve pêk were. Weke ciwan em hîn zêdetir dikarin rolê pêşeng bilîzin. Ez pir bi serbilind im ku ez li vir im. Min mirovên ku ji çar aliyên cîhanê hatine, nas kir û gelek tişt ji wan fêr bûm. Derbarê têkoşîna hevpar de min agahî wergirtin. Ciwan li çiya û kolanan berxwedanê didomînin.

Divê ciwan li dijî zilma dewletan werin ba hev û bibin yek. Eger Belûcistan were bombebarankirin, divê em li der derê vê bidin ragihandin.”