ADGB beşdarî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re' bû
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ragihand ku ew beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî dibin’ ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve li 74 navenda hatiye destpêkirin û banga mezinkirina pêngavê kir.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin:
Erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiye ji bo berjewendiyên emperyalîst bi xitimandinek mezin û şerên ku gelan li hember hev dixin ve têdikoşin. Gelan di nav xwîn, hêsir, birçîbûn û hejariyê de têkoşîna jiyanê didin.
Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî têkoşîna mafdar a gelê Kurd ji bo astengkirina çareseriyê serî li hemû rêbazên leşkerî û siyasî dide. Tevî van zext, gef û komkujiyan jî têkoşîna bi dehan salan a gelê Kurd a li dijî asîmîlasyon û qirkirinê bi biryardarî didome.
Ji bo gelê Kurd qir bike butçeya şer ku xitimandinê mezin dike, li seranserê welêt dide ser pişta gelê xizan û krîza aborî hîn kûrtir dike.
Ji bo derketina ji nav van hemû nakokiyan, Birêz Abdullah Ocalan bi projeya konfederalîzma demokratîk pêşniyara çareseriya gelparêz ku wê ji bo jiyana wekhev û hevpar a gelan tevkariyeke mezin bike pêş xist.
Mîmarê Şoreşa Rojava Abdullah Ocalan ku bi modela demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ku li dijî hêzên tarî û hovîtiya ku dixwestin li ser xaka Rojhilata Navîn serwer bibin, şeklekî nû yê civakî pêşxist. Bi têkoşîna bi biryar a li ser vê modelê çeteyên hov ên DAÎŞ’ê paşve xistin.
FIKRÊN ABDULLAH OCALAN LI DIJÎ ŞER AŞTIYÊ PÊK TÎNE
Em di wê baweriyê de ne ku li dijî kaos û şerê ku ji aliyê hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên herêmî ve li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê tê ferzkirin, ji bo jiyaneke hevpar a aştiyane ya civakî, fikrên Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke mezin in. Em wisa difikirin ku di van demên dawî de ji Qerebaxê heta Rojava, ji Rojhilat heta Filistînê gel li dijî êrîşên qirkirinê û emperyalîst jiyana hevpar a wekhev û azad diparêzin. Ji ber vê sedemê Birêz Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, di bin tecrîdê de tê ragirtin.
Ji Abdullah Ocalan 3 sal in ku mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re hatiye desteserkirin, tu agahiyek nayê girtin. Der barê jiyan û tenduristiya wî de tu agahiyek me nîne. Em ku li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê jiyana hevpar diparêzin, tavilê rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku di şert û mercên azad de bijî, diparêzin.
Em weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê radigihînin ku em beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dibin û banga mezinkirina pêngavê dikin.”