Ûzûn: Kampanyaya 10’ê Cotmehê destpê kirî, stratejîk e

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn diyar kir, kampanyaya ku 10’ê Cotmehê bi daxwaza "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hate destpêkirin, stratejîk e.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn têkildarî kampanyaya nû ku 10’ê Cotmehê bi daxwaza "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li zêdeyî 100 navendan bi daxuyaniyên çapemeniyê hate destpêkirin, tecrîda li Îmraliyê û bandora paradîgmaya Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Adem Ûzûn diyar kir ku saziyên navneteweyî, dadgeh û rêxistin li hemberî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe dernaxînin û wezîfeyên xwe bi cih nayînin û wiha got: “Têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re beriya her tiştî digirin. Nêzîkatiyek polîtîk û ekonomîk heye. Piştî pêvajoya dadgehê û tiştên piştre qewimî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgritina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û hin rêxistinên din ên sivîl dikarîn pêngavekê bavêjin. Ji ber fikarên tenduristiyê Bijîjkên Sînornenas jî dikarîn bikevin dewrê. Dema mesele dibe Rêbertî, rêxistinên civakî yên sivîl durû dibin. Ew jî naxwazin têkîliyên wan ên bi Tirkiyeyê xera bibin.

Mînak, PKK di Gulana 2002’an de girtin lîsteyê. Min bi komek a teknokratên dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û koma wan re yek bi yek hevdîtin kir. Me dizanî amadekariyên lîsteyê tê kirin. Me ji wan pirsî; Dema PKK’ê şer dikir, we negirt lîsteyê. PKK niha stratejiya xwe guhertiye, heta wê navê xwe biguhere; çima hûn digirin lîsteyê? Wê demê hûn polîtîk nêz dibin, hûn naxwazin şer biqede û guhertina stratejiyê jî ji bo we ti wateya wê tune ye. Bi vî rengî me wan rexne kir. Gotin, ‘erê’. Yek ji sedemên ku pirsgirêk heta roja îro didome jî, ev biryara wan e. Saziyên mîna Amnesty jî vê yekê dikin hincet.”

‘SAZIYÊN EWROPAYÎ, XWE ÎLLEGALÎZE KIRINE’

Ûzûn destnîşan kir ku saziyên Ewropayî xwe îllegalîze kirine û got: "Xwe ji pîvanên xwe dûr kirine. 31 meh in em ti agahî ji Rêbertî nagirin. Em nizanin li ku derê ye, rewşa tenduristiya wî çawa ye. Tevî ku em vê yekê radigihînin hemû cîhanê, lê têkildarî vê yekê gav naavêjin. Herî dawî CPT çû, nîqaş hat kirin ku hevdîtin kiriye, yan nekiriye. CPT’ê ragihand ku bi hikûmxwarên li wir re hevdîtin kiriye, lê rapor neweşand.

Li cîhanê krîza ekonomîk û siyasî heye. Piştî ku rêkûpêkiya cîhana bi du parzemîn belav bû, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) demekê bi serê xwe bû hêza hegemon a cîhanê. Ji ber xeletiyên wan û krîza modernîteya kapîtalîst, li DYE’yê jî krîz heye."

‘TIRKIYE DIXWAZE BI QIRKIRINA FÎZÎKÎ BIKEVE SEDSALA NÛ’

Adem Ûzûn ragihand ku Tirkiye dixwaze di sedsala xwe ya duyemîn de, Kurdan tune bike û wiha pêde çû: “Çawa ku di sedsala xwe ya yekemîn de li dijî Ermenî, Asûrî û Keldaniyan qirkirina fîzîkî pêk anîbe; li dijî Kurdan jî qirkirina spî pêk anîbe, di sedsala duyemîn de jî dixwaze Kurdan bi fîzîkî qir bike, xaka wê ji nû ve dagir bike û desthilatdariya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê serwer bike. Vê yekê jî bi Tirkîtî û Îslamtiyê dike. Çeteyên hov û bi pere jî bi kar tîne. Li cihê ku çete lê têrê nakin, ew bi xwe tevlî dibe. Mîna di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de…

LI ZÊDEYÎ 100 NAVENDAN CIVÎNÊN ÇAPEMENIYÊ

Ûzûn bilêv kir ku wan difikirî li 74 navendan civîna çapemeniyê bikin, lê di encamê de ev hejmar ji 100’î derbas kir û ev tişt got: “Ev gelek girîng e. Hema bibêje hemû beşên civakê – sendîka, rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, partiyên siyasî, aktîvîst, tevger ciwan û jinan, komên ekolojîk, nûnerên mafên mirovan, kesên xwedî xelatan, gelên xwecihî – ji her derê cîhanê beşdarî kampanyayê bûne. Bi serkeftina ku em ji vê kampanyayê bi dest bixin, tê wateya qedandina şerê qirkirina li ser Kurdan. Her wiha tê wateya bi dawîbûna texrîbata xwezayê ya li Kurdistanê û lewazbûna faşîzma ku li ser Kurdan tê kirin. Ne tenê di asta navneteweyî de, ji bo pûçkirina polîtîkayên dijmin jî gelek girîng e.”

Ûzûn anî ziman ku fikrên Abdullah Ocalan çavkaniya hêviyê ne û got: “Paradîgmaya Rêbertî nûneriya têkoşînên anarşîst, têkoşînên sosyalîst, têkoşîna azadiya jinê, tevgerên rizgariya neteweyî dike. Ji ber ku ev paradîgma di nava xwe de tecrube û hêviyê dihewîne, beşên civakê hîn zêdetir pê ve tên girêdan. Ev girêdan ne tenê piştgiriyê dide çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ev teger têkoşîna xwe ya ji gelan û azadiyê di vê paradîgmayê de dibînin, pê ve tên girêdan. Her wiha bûn şahid ku ev fikir çawa veguherî pratîkê.”

‘ZIMANÊ ŞOREŞÊ ÊDÎ KURDÎ YE’

Ûzûn, da zanîn ku ji ber ku gelê Kurd di pozîsyona pêşengiyê de ne zimanê Kurdî esas tê girtin û wiha domand, “Zimanê şoreşê êdî kurdî ye. Berê bi zimanên cuda (Fransî, Elmanî, Rûsî, Îngilîzî, Spanyolî) dihat gotin, lê niha zimanê Kurdî bûye zimanê sereke. Di pratîkê de Kurd pêşengiyê dikin û nûnerê vê pratîkê Rêbertî ye. Zimanê şoreşê bû kurdî û bû navneteweyî. Ev kes jî dizanin ku; Kesê ku xwediyê van ramanan be, dîl nayê girtin, bêdengkirin, zindankirin. Ji ber vê jî têkoşîna azadiyê didin. Ez vê dawiyê beşdarî civînekê bûm û gelek beşdarên navneteweyî jî hebûn. Gelek ji wan gotin: "Hûn niha paradîgmaya Abdullah Ocalan vedibêjin; lê ger Abdullah Ocalan azad bûya, dikaribû van fikrên xwe mezintir, bi bandor û berhemdartir bikira. Ji ber vê yekê em ji bo azadiya wî têdikoşin."Rêbertî bi rastî jî gotiye “Projeyên min amade ne, fikrên min amade ne” lê ji ber ku dijmin jî bi vê yekê dizane rê li ber derketina van fikran digire. Ji ber ku alîgirên me yên nû vê yekê dizanin, ji bo azadiya Rêbertî têkoşîneke xurtir didin.”

‘DIVÊ EM STRATEJÎK TEVBIGERIN’

Ûzûn têkildarê armanca pêngavê jî wiha axivî, “Em bi vê pêngavê re dikarin bandorê li raya giştî ya navneteweyî bikin û hikûmet û saziyan neçar bikin ku biryaran bidin da ku azadiya Rêbertiyê misoger bikin. Em dixwazin wan mecbûr bikin ku erka xwe pêk bînin. Divê em weke Kurd di vê dema derbasbûnê de bi awayekî stratejîk tevbigerin. Divê em li ser armancên stratejîk bisekinin. Ji bo azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd divê em destkeftiyên stratejîk bi dest bixin. Derfetên me pir in û avantajên me hene. Di asta rewşenbîrî, rêxistinî, civakî û piştgiriya navneteweyî de gelek avantajên me hene. Divê qonaxa yekem şikandina tecrîdê be. Qonaxa duyemîn divê misogerkirina azadiyê be. Di qonaxên şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiyê de divê xebatên çareseriya pirsgirêka Kurd jî hebin. Divê ev her du qonax bi hev ve girêdayî bin.

‘TÊKOŞÎN BANDORÊN GERDÛNÎ KIR’

Ûzûn, anî ziman ku sendîka û konfederasyonên sendîkayan ên li Îngilîstanê beriya niha ji bo azadiya Mandela kampanyayek bi heman rengî dabûn meşandin û bi ser ketibûn û wiha domand, “Niha jî heman tiştî ji bo Rêber Apo dikin. Ev pir bi nirx e û em bi rastî spasdarê wan in. Ev piştgirî her ku diçe berfirehtir dibe. Herî dawî li Sao Paulo civîna sendîkayên navneteweyî pêk hat û 71 sendîkayan ji bo azadiya Rêbertî îmze kirin. Şaredarî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û parlementer jî vê piştgiriyê didin. Yanî ne tenê hêzên li derveyî sîstemê, yên di nava sîstemê de û yên ku pergalê rexne dikin jî beşdar dibin.

Ez pêşbîn dikim ku fikrên Rêber Apo wê her ku biçe, gerdûnî bibe. Ev li ser bingeheke girîng hatiye avakirin. Wekî mînak; Serkeftinên ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de hatin bidestxistin, di raya giştî ya cîhanê de bû sedema nîqaşê: Fikra ku hişt ev serkeftin pêk were çi bû û kî ev fikira pejirand? Weke ku her kes bi bêdengî dizane ev fikir aîdî Rêber Apo ye. Piştre di dema şoreşa jinê de li Îranê her kesî dest bi dirûşma 'jin jiyan azadî' kir û em vê yekê ji kapitalîst, sosyalîst, anarşîst, nûnerên civaka sivîl dibihîzin. Vê yekê ruhekî nû afirand û niha jî vê mijarê nîqaş dikin. Kî vê dirûşmê da destpêkirin? Her kes her çendî bêdeng be jî, dibêje ku aîdî Rêber Apo ye. Ev têkoşîn li ser bingehê gerdûnî bandorê diafirîne. Li ser pirsgirêkên jinan bandoreke cîhanî çêdike. Di heman demê de bi ramana ekolojîk bandorek gerdûnî çêdike.

Têkiliyên me yên nêzîk bi ekolojîstan re hene. Nîqaşên ekolojîk ne tenê tê wateya parastina jîngehê, di heman demê de zîhniyeta serdest û yekdestdariyê rexne dike. Ji ber vê yekê ekolojîst diyar dikin ku ew ê piştgiriyê bidin vê fikrê. Paradîgma xwedî bandorek gerdûnî ye.”

‘PÊNGAV WÊ BI AWAYEKÎ PIRALÎ DEWAM BIKE’

Ûzûn di dawiyê de diyar kir ku yên ku pêngav dane destpêkirin wê di sazî û tevgerên ku nûnertiya wan dikin de vê pêngavê bînin rojevê û got, “Ev sazî dê xebatên cuda bimeşînin. Ji bo Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) kampanyayên îmzeyan; Ew ê hevdîtin, rûniştin û konferansan organîze bikin. Dê heyetan ava bikin û serdanan bikin. Kurd jî wê li eniyên xwe xebatên aktîf bimeşînin. Ev ê xebatên civakî yên girseyî pêk bîne. Wê çalakiyên curbecur ên wekî çalakiya rûniştinê, civîn û serdana heyetan bên lidarxistin. Li hemberî pêngava dostan weke bersiv, wê ji çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li dîasporayê helwesta xwe diyar bikin.”