Şehîdên MLKP û şoreşê li Swîsreyê hatin bîranîn
Ji bo şervanên MLKP’ê yên ku di meha Mijdarê de şehîd bûyîn li bajarê Zurîh a Swîsreyê ji aliyê MLKP Swîsreyê ve bîranînek hate lidarxistin.
Ji bo şervanên MLKP’ê yên ku di meha Mijdarê de şehîd bûyîn li bajarê Zurîh a Swîsreyê ji aliyê MLKP Swîsreyê ve bîranînek hate lidarxistin.
Alîgirên MLKP’ê û gelek nûnerên saziyan tevlî bîranîna li ser gora Hasan Arslan (Srî Lankalî) ê endamê MLKP’ê ya li bajarê Zurîhê bûn.
Bi wesîleya salvegera darvekirina Pîr Seyît Riza û şehîdên têkoşîna azadî û şorêşê deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranînê hate girtin.
Di axaftina li ser navê rêxistina MLKP Swîsreyê de hate gotin, “Îro ji bo ku em şehîdên di têkoşîna şoreşa Kurdistan, Tirkiye û cîhanê jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr bînin, li vir in. Bi xwedîderketina li mîrasên şehîdên têkoşîna şoreşê û partiyê ji me re hêlayî, soza ku emê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê didin.”
Di axaftinên li ser navê nûnerên sazî û partiya şoreşgerî hatî kirin de bal kişandin li ser yekitîya têkoşînê ya li dijî faşîzma ku gel dike hedef.
Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîdên şoreşê bê mirin in” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.