Şehîdên meha Gulanê li 3 bajarên Swîsreyê hatin bîranîn
Şehîdên têkoşîna şoreş û azadiyê yên di meha Gulanê de şehîd bûbûn, li bajarên Aaraû, Solothûrn û Cenevre yên Swîsreyê hatin bîranîn.
Şehîdên têkoşîna şoreş û azadiyê yên di meha Gulanê de şehîd bûbûn, li bajarên Aaraû, Solothûrn û Cenevre yên Swîsreyê hatin bîranîn.
SOLOTHÛRN
Meclîsa Gelê Kurd şehîdên meha Gulanê û şehîdên berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê bi rêzgirtinê bi bîr anî.
Hevserokê CDK’ê Kaya Demîr di bîranînê de axivî û diyar kir ku têkoşer berxwedanê geştir dikin û ew ê têkoşîna li hemberî faşîzmê bigihînin serfiraziyê.
Di bîranînê de slayta li ser şehîdên meha Gulanê hate nîşandan.
AARAÛ
Li Navenda Civakî ya Kurdan a li kantona Aaraûyê bîranîna şehîdên meha Gulanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Berdevkê CDK’ê Emrûllah Bîngol axivî. Bîngol diyar kir ku şehîdên meha Gulanê rêya wan ronî dike.
Tahsîn Farqîn jî li ser KOMAW’ê axivî û diyar kir ku şehîdên meha Gulanê mîrateyeke xurt a têkoşînê ji wan re hiştiye.
CENEVRE
Li Navenda Civakî ya Kurdan jî ji bo şehîdên meha Gulanê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Hevserokê CDK Cenevreyê Salîh Saglam di bîranînê de axivî û qala girîngiya girêdayîbûna bîranîna şehîdan kir. Saglam got “Em li ku derê bin jî em ê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin.”
Di bîranînê de Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû jî hate bîranîn.
Bîranîn bi sloganên ‘şehîd namirin’ bi dawî bû.