Şehîdên Cotmehê li Strasboûrgê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin bibîranîn.

Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi çalakiyeke hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd (TJK-K) hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê û cîhanê destpê kir.

Di çalakiya bîranînê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku li hemberî xiyaneta PDK’ê berxwedaneke bêhempa raber kir û bû sembola artêşa jinê, Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan ên li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, Jîndar Rûmet Meyaser (Berjîn Arşimet) ku 18 û 19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê  di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû û hemû Şehîdên Meha Cotmehê hatin vegotin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Şehîd Bêrîtan li dijî xiyanet û hevkariyê bû sembola serhildan e û destnîşankirin ku PKK partiya şehîdan e. Her wiha soza pêkanîna xeyalên Şehîdên Meha Cotmehê hat dubarekirin.

Di çalakiya bîranînê de xwişk û hevrêya Şehîd Jîndar Rûmet Meyaser, Pelda Arşîmet diyar kir ku xwişka wê şehîdê gelê Kurd e û wiha got: “Bûyîna layiqî têkoşîna xwişka min erka min a sereke ye. Ez ne xemgîn im, ji ber ku ew ji bo azadiya gelê xwe di rêya herî watedar de meşiya. Serê gelê me û Rêbertiya me sax be.”