Şehîdên meha Cotmehê li Toûloûseyê hatin bibîranîn

Şehîdên meha Cotmehê bi civîneke gel li Toûloûseyê hatin bibîranîn.

Li bajarê Toûloûse yê Firansayê ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê û endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên ku di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedayî pêk anîn, civîna gel hate lidarxistin.

Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de bal hat kişandin ser têkoşîn û mîrateya şehîdan. Di civînê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin”hatin berzkirin.