Şehîdên Meha Cotmehê li Marsîlya, Parîs û Bremenê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li banliyoya Vîllîers le Bel a paytext Parîsê û li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Parîsê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Çalakiya bîranînê ya li Marsîlyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) hate lidarxistin. Bîranîn di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî pêşandana sînevîzyonê, li ser navê DKTM’ê û Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de Bêrîtan, Andrea Wolf, Nagehan Akarsel, Seyît Evran û lehengên din ên şehîd hatin bibîranîn.

Di axaftina li ser navê DKTM’ê de wiha hate gotin: “PKK partiya şehîdan e, dînamîka azadiyê ye ku şehîd digihêjin wesfê PKK’ê bûnê. Bêguman mirina biyolojîk heye. Lê rastiya şehîdbûnê ew e ku piştî ku kes bigihije wê wesfê şûnde bandora xwe li ser civak, mirov, ax  û li ser kesên li wê xakê dijîn, didomîne.

Îro kapîtalîzm hestyariyên mirovî ji holê radike, li kêleka me civakên ku li hember mirin, birçîbûn, neşadî û êşên li cihên wekî Rojava, Qerebax, Filistîn û Îsraîlê diqewimin, bandor nabin diafirîne. Li hemberî vê, bê guman ne hêsan e ku mirov li heman çaxê, bi qasî di jiyanê de piştî mirina xwe bandorê li ser kesên din bike. Ev bi serê xwe şoreşeke sosyolojîk e. Em dikarin vê yekê ji bo gelek tevgerên birêbertî, bi taybet ji bo têkoşînên civakî bibêjin. Ji ber vê di PKK’ê de dibêjin ‘rastiya şehîdan rastiya rêbertiyê ye’. Em îro qala artêşa şehîdan dikin.

Berxwedan û fedakariya şehîdên me, hêrs û berxwedana me tu carî li hember dijmin çok netewand û wê netewîne jî. Şehîdên me yên nayên jibîrkirin, bi jiyana xwe tiştên ku bên xwendin û bi pratîkên xwe yên berxwedanê tiştên ku bên nivîsandin li pey xwe hiştin. Yên ku layiqê mezinayiya dîrokê ne, wê teqez bibin serketiyên sibê.”

Di dema bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

PARÎS

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Parîsê di şexsê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û sînevîzyon hatin pêşandan.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokatîk a Kurd a Bremenê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Sêvê û KOMAW’ê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ku li DKTM^ê hat lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bremenê Dayika Xeysa, li ser navê PYD’ê Şerzad Elo, Hevserokê DKTM’ê Saît Bîlgîn û li ser navê Kongra-Starê Diya Selîm axaftin kirin.

DAYIKA XEYSA: EM Ê XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERBIKEVIN

Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayika Xeysa şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got: “Em çiqas şehîdan bidin jî em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”

ŞERZAD ELO: GER EM HÊZA XWE BIKIN YEK WÊ SERKEFTIN BIBE YA ME

Şerzad Elo got: “Şehîd ne tenê ji ber ku xwedî fikrên leşkerî bûn, şehîd bûn. Bêguman armancên wan yên polîtîk hebûn. Dema em armancên wan ên polîtîk fêm bikin, em ê têbigihijin ku dewleta Tirk çima êrîşî gerîlayên azadiyê dike, çima çete êrîşan dikin. Ger em hêza xwe li ser xeta şehîdn bikin em ê serbikevin, wê serkeftin biba ya gelê me.”

SAÎT BÎLGÎN: ROLA XWE YA DI PÊNGAVÊ DE BILÎZIN

Hevserokê DKTM’ê Saît Bîlgîn jî banga tevlîbûna pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re'  kir ku ji aliyê dostên Kurd, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û siyasetmedaran ve hatiye destpêkirin û got: “Em rola xwe di pêngavê de bilîzin.

DIYA SELÎM: BI SAYA ŞEHÎDÊN ME CÎHAN ME NAS DIKE

Li ser navê Kongra-Starê Diya Selîm axivî û bal kişand ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Diya Selîm îşaret bi berdelên ku di dîroka gelê Kurd de hatine dayîn kir û wiha got: “Em weke geê Kurd di dîroka xwe de bi sed hezaran şehîd dane. Li gel şer, komkujî, talan û qirkirinê jî me tu carî serî netewandiye. Me li ber xwe da, ji ber ku doza me heye, şehîdên me hene, mafê me heye. Ger şehîdên me nebûna em ê jî wek hinek gelên din ên cîhanê tune bûban. Bi saya şehîdên me, lehengên me îro hebûna gelê Kurd li Rojhilata Navîn tê qebûlkirin. Dibe ku em êş dikişînin, lê em dibînin roj bi roj cîhan gelê Kurd nas dike, dostên me zêde dibin, mirovahî me qebûl dike.”

Çalakiya bîranînê piştî pêşandana sînevîzyona li ser şehîdên Cotmehê bi dawî bû.