Şehîdên Meha Cotmehê li gelek navendên Ewropayê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Cotmehê li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.
Şehîdên Meha Cotmehê li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.
Şehîdên Meha Cotmehê li bajarên Elmanya û Swîsreyê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Azad Şevger û Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Şehîdên Meha Cotmehê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Li qada merasîmê wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Gelê Kurd û Komîteya Malbatên Şehîdan Sînan Ergen û Heval Mizgîn axivîn. Di bîranînê de ku nameya Zeynep Kinaci ya di sala 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî pêk anî, hat xwendin. Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta yên ku di 19’ê Cotmeha 2023’an de bi lehengî bi ruhê fedaî li hemberî dijmin şer kirin û şehîd bûn, hatin bîranîn.
Ji bo bîranîn Şehîdên Meha Cotmehê sînevîzyon hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
STÛTTGART
Navendek din a bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bû. Di bîranînê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di sala 1992’an de li girê Lêlîkan a Xakurkê gihişt şahedetê hate bibîranîn.
Bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê û Meclîsa Jinên Kurd Meryem ve hate lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan û şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtan û Şehîdên Meha Cotmehê hate pêşandan.
Xizmên şehîdan ên tevlî bîranînê bûn jî axivîn û bîranînên xwe yên bi şehîdan re bi beşdaran re parvekirin. Endama TJK-E Bêrîtan Amanos jî diyar kir ku destkeftiyên li tevahiya Kurdistanê bi lehengî û fedekariya şehîdan hatine bidestxistin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Mesût Daghan, nameya Kadir Ûsta (Gayaz Koyûturk) ku 10 sal piştî şehadeta Bêrîtan jêre nivîsî xwend. Piştî nameyê Daghan anî ziman ku Bêrîtan sembola berxwedana li dijî dijmin û xiyanetê ye û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku bi ruhê Bêrîtan û Şehîdên Cotmehê piştgiriyê bidin têkoşînê.
Xizmê şehîd Garîp Nûrhak jî diyar kir ku ne hêsan e ku mirov behsa şehîdên ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine, bikin û destnîşan kir ku rêya parastina bîranînên wan bi xurtî xwedîderketina têkoşînê ye.
Piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Merasîma bîranînê ya ku dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin, bi belavkirina şîrînahiyê ya ku li ser wesiyeta şehîd Bêrîtan hatibû çêkirin bi dawî bû.
REÎMS
Di şexsê sembola artêşa jinê Bêrîtan de, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, li Navenda Çanda Kurd a Arîn Mîrkan a Reîmsê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan û Komuna Jinê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştî axaftina siyasetmedar Kemal Aktaş sînevîzyon hat pêşandan. Malbatên şehîdan jî mafê axaftinê girtin û hestên xwe anîn ziman. Di bîranînê de soza bilindkirina ala têkoşîna şehîdan hat dayîn.
Di dawiya bîranînê de helaw hat belavkirin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Osman Nûrî Ocakli (Şervan Karadenîz) ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava de şehîd bibû, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn ji aliyê MLKP’ê ya Swîsreyê ve li lokala Beksamê hate lidarxistin. Bîranîn di şexsê Şervan Karadenîz de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Peyama Komîteya Navendî ya MLKP’ê ku piştî şehadeta Şervan Karadenîz weşandibû, hate xwendin. Piştre sînevîzyona li ser şehîd hate pêşandan.
Di bîranînê de siyasetmedar û nivîskarê Marksîst Huseyîn Yeter axivî û diyar kir ku Şervan Karadenîz ji Tirkiyeyê heta Rojava pêwîstiyên şoreşê pêk aniye.
Yeter anî ziman ku ji bo demokrasî were vê erdnîgariyê divê destpêkê dewleta faşîşt were hilweşandin.
Di bîranînê de li ser navê saziyên şoreşgerî peyam hatin dayîn. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
ZURÎH
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo şehîdê MLKP’ê yê Rojava Fermandar Şervan Karadenîz çalakiya bîranînê hat lidaraxistin.
Bîranînîn li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Zurîhê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn di şexsê Karadenîz de ji bo bîranîna şehîdaên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre dîmenê Şervan Karadenîz ku dema tevlî Şoreşa Rojava dibe hatiye kişandin, hate pêşandan. Beşdaran di dema pêşandan dîmenê de li ber gotinên Şervan ku dibêje, “Ev şoreş şoreşa her kesî ye.” çepik dan.
Piştre peyama Komîteya Navendî ya MLKP’ê hat xwendin. Di axaftina li ser navê MLKP’ê de wiha hate gotin: “Di vê pêvajoya zehmet de ku em li ber êrîşên pergala kapîtalîst a emperyalîst li ber xwe didin, berdêl didin de em kesên herî i nirx di şerê şoreşê de didin. Li seranserê cîhanê jiyanîkirina Şoreşa Rojva û parastina destkeftiyên wê erka me ya herî girîng e.”
Piştre peyama hevpar a li ser navê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî Gelan a Swîsreyê hate xwendin.
Nûnerên MKP, Navenda Şoreşgerî, KKP/ML û TKP-ML ku beşdarî bîranînê bûn, axivîn.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.