Şehîdên Meha Cotmehê li Ewropayê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Cotmehê li bajarên Ewropayê tên bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de hate destnîşankirin ku Têkoşîna Jinên Kurd mîrateya Şehîdên Meha Cotmehê ye.
Şehîdên Meha Cotmehê li bajarên Ewropayê tên bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de hate destnîşankirin ku Têkoşîna Jinên Kurd mîrateya Şehîdên Meha Cotmehê ye.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd (TJK-E) ji bo Şehîdên Meha Cotmehê ku bi têkoşîna xwe navê xwe di Dîroka Azadiya Kurdistanê de nivîsandin, li gelek navendên Ewropayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
KOLN
Ji bo Şehîdên Meha Cotmehê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê li bajarê Bergîsch Gladbach ê Elmanayayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Beriya bîranînê panelek hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Gulîstan Îke kir. Li ser navê TJK-E’ê Zîlan Diyar, Endama Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê Elîf Kaya, hevala Nagîhan Akarsel a zarokatî û têkoşînê Ronî Eylem weke axaftan beşdarî panelê bûn.
JINÊN KU BI TÊKOŞÎNA XWE NAVÊ XWE LI DÎROKÊ NIVÎSANDIN
Li ser navê TJK-E’ê Zîlan Diyar, mafê axaftinê girt û qala şehîdên jin ên di meha Cotmehê de şehîd bûne û bi jiyan û helwesta xwe pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinê kirine, kir.
Diyar got: “Salên 90’î ji bo têkoşîna navxweyî salên girîng bûn. Berdêlên giran hatin dayîn. Hevalên ku di wê demê de şehîd bûn, ger îro sax bûna dikaribûn rolên girîng bilîzin. Lê dema em li wê demê jî dinêrin, bûn mîllîtanên jin ku bi têkoşîna xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin.“
TEMSÎLA XETEKÊ KIRIN
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê Elîf Kaya jî qala guhertin û veguhertinên ku Şehîdên Cotmehê di civakê de kirine, kir û wiha got: “Têkoşîna me ya Jinên Kurd ku niha îlhamê dide jinên cîhanê û îdîaya pêşengtiya şoreşa jinê dike, mîrateya tecrûbeya van hevalan e. Her hevalek bi têkoşîna xwe temsîla xetekê kirin.”
Panel bi axaftinên Ronî Eylem berdewam kir.
Ronî Eylem da zanîn ku Nagîhan Akarsel dema li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê xebat dikir, xebatên girîng di Têkoşîna Azadiya Jinê de derxistiye û wiha got: “Em jinên gelekî bi şans in ku derfeta me çêbû em van jinan nas bikin û bibin hevparê têkoşîna van.”
Piştî panelê bername hat çêkirin. Bername bi xwendina helbesta Nagîhan Akarsel destpê kir.
Piştre reqsvanekî ku ji welatê Baskê hatibû, bi cil û bergên xwe yên herêmî perfromansa xwe ya bi navê “Rûmet” pêşkêş kir. Piştre sînevîzyon hat pêşandan.
Koma jinên enternasyonalîst a bi navê Latir ên Lîbertad stran gotin.
Li ser navê KOMAW’ê Şenge Kahraman axivî û wiha got: “Ez di şexsê heval Bêrîtan û Nagîhan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Şehîdên me yên jin xetek derxistin pêş. Em jî bibin layiqî xeyalên wan.”
Zîlan diyar du helbestên Nagîhan Akarsel xwendin û bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
HANNOVER
Li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Meclîsa Gel a Hannoverê axivîn.
Hevserokê KOMAW’ê Xoşnav Ata, di şexsê Bêrîtan, Nagîhan Akarsel, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anî.
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Medya Botan bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê ji bo dîroka Tevgera Jinên Kurd.
Botan diyar kir ku berxwedana Bêrîtan a li dijî dagirkerî û xiyanetê pîvanên jina azad û Kurdên azad danî holê û got: “Em weke jinên Kurd rêxistinbûna xwe deyndarê Bêrîtanan in.”
Nûnerê Gemeînsam Kampfen jî di şexsê Nagîhan Akarsel de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û qala xebat û keda Nagîhan Akarsel di jineolojiyê de kir û banga mezinkirina Pêngava Azadiyê kir ku di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin.
Hevseroka NAV-YEK’ê Çîçek Yildiz di şexsê Dilşêr Herekol de Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anî û destnîşan kir ku pêngava ku Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dane destpêkirin, wê êrîşên qirkirinê rawestîne û komploya navneteweyî ku di şexsê Abdullah Ocalan de tê meşandin têk bibe.
Di çalakiyê de nirxandin û tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê şehîd Bêrîtan de hatin xwendin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmayayê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrgê (DKTM) Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bîranîna ku li DKTM’ê ya Freîbûrgê hat lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama TJK-E Axîn Gulo û li ser navê KOMAW’ê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê hat pêşandan.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bîranîn ji bo hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka DKTM’ê ya Stockholmê Ruken Yetîşkîn mafê axaftinê girt û wiha got: “Ev tevger bi şehîdên xwe re gihîştiye îro. Bi şer û berxwedana xwe destanî ji hemû cîhanê re dibin mînak.”
Piştre Endama TJK-E’ê Nûpel Munzur mafê axaftinê girt û got: “Berxwedana Şehîdên Cotmehê şopek mezin hişt dîrokê. Divê şehîd Bêrîtan baş were fêmkirin ku li dijî xiyanet û paşverûtiyê têkoşiya. Rêbertî wê wiha anîbû ziman, ‘Wê ez nedîtim, lê kesê ku herî baş min fêm kir ew bû.’ Ango em dikarin Rêbertiyê li her derê fêm bikin.”
Munzur bi berdewamî got: “Ji bo ku dawî li faşîzmê bînin û bibin layiqê Rêbertiya xwe û şehîdên xwe, divê em rêxistinbûna xwe li her qadê xurt bikin. Em tenê bi vî rengî dikarin pêngava ku di 10’ê Cotmehê de hat despêkirin bigihînin serkeftinê.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê hate pêşandan û stranên berxwedanê hatin gotin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
KOPENHAG
Navendek din a bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê paytexta Danîmarka Kopenhag bû. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi pêşengiya TJK-E’yê hate lidarxistin. Li vir xizmên Şehîd Nagîhan Akarsel jî tevlî bîranînê bûn. Di axaftina hate gotin ku Nagîhan Akarsel bi eşq û hişmendiya azadiyê heta dawiyê têkoşîn kir. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Bêrîtan nûnertiya xeta azadî û berxwedanê ya li dijî xiyaneta Barzanî-PDK’ê ye.”
Di bîranînê de 47 şehîdên Rojava yên ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.
DRESDEN
Li bajarê Elmanya Dresdenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya UTA bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, axaftin hatin kirin. Di bîranînê de bavê şehîd Delîl û Ahmet Akyuz, Alî Akyuz axivî û got: “Em di şexsê şehîdên Cotmehê de hemû şehîdan bi bîr tînin. Em çi bikin jî nikarin deynê xwe yê şehîdan bidin. Ji bo vê jî divê em xwedî li şehîdan derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Piştre Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û siyasetmedar Abdullah Demîrbaş axivîn. Gok bal kişand bi ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker. Demîrbaş jî têkildarî Pêngava Azadiyê axivî û banga geşkirina pêngavê kir.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
LÎEGE
Li bajarê Lîege yê Belçîkayê jî ji bo Şehîdên Meha Cotmehê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Şehîd Ronahî li Komeleya Civaka Demokratîk a Lîegeyê hat lidarxistin. Di bîranînê de wêneyên Şehîdên Meha Cotmehê hat danîn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê komeleyê axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişand têkoşîn û rola şehîdan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Piştî axaftinan sînevziyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.