Şehîdê enternasyonalîst Andok Cotkar li Kîelê hat bibîranîn

Şehîdê enternasyonalîst yê YPG’ê Kostantîn Gedîg (Andok Cotkar) li Kîelê hat bibîranîn. Dayika Andok Cotkar, Ute Russ di bîranînê de axivî û got, “Ew li dijî taritiyê li aliyê ronahî, li dijî zaliman jî li gel mirovên mezlûm cih girt."

Şervanê enternasyonalîst yê YPG’ê Kostantîn Gedîg (Andok Cotkar) ê ku di 16’ê Cotmeha 2019’an de êrîşa dagirkeriya ya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de şehîd bibû, di 4’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Kîelê ku malbata wî lê dijî, hat bibîranîn

Çalakiya bîranînm ji aliyê Komeleya Çanda Kurd-Elman a Kîelê û Komeleya Jinê ya Jiyana Jin ve li Navenda Çanda Elewiyan a Kîelê hat lidarxistin.

Dayika Andok Cotkar Ute Russ û bavê wî Thomas Gedîg û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Di salona bîranînê de posterên Andok Cotkar hatin daleqandin û quncikek bi mûm û kulîlkan hat xemilandin.

KOMAW: EM MINETDARÊ WAN IN

Bîranîn di şexsê Andok Cotkar de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê yên cîhanê destpê kir. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Hasan Serhat axivî.

Hasan Serhat diyar kir ku Konstantîn Gedîg ku li Kîelê cotkariyê dikir, li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê guh daye wîjdanê xwe çûye Rojava û şehîd bûye.

Serhat got ku dayik û bavê Andok Cotkar piştî şehadeta kurê xwe xweragiriyek mezin nîşan dane û li kêleka têkoşîna azadiya gelê Kurd cih girtine û got ku gelê Kurd di şexsê Andok Cotkar de minetdarê hemû şervanên enternesyonalîst ên şehîd in.

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê: EM Ê WAN DI BÎRANÎNÊN XWE DE ZINDÎ BIKIN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya dîmen peyamek şand. Ebdî diyar kir ku ew bi rêzdarî û minetdarî şehîdên enternasyonalîst bi bîr tînin û wiha got: “Ew bêyî berjewendî hatin û ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirin. Ew wek zarokên me bûn. Em wan weke zarokên vî welatî û malbatên wan jî wek malbatên xwe dibînin. Ew guh dan wîjdanê xwe û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê bûn dengê ronahî û dengê wîjdanê. Em soz didin ku her tim wan di têkoşîna xwe de zindî bikin.”

DAYIKA ANDOK COTKAR: ME HER TIM RÊZ JI BIRYARA WÎ RE GIRT

Dayik û bavê Andok Cotkar çavdêriyên xwe yên li ser Rojava ku piştî şehadeta kurê xwe ji bo Newrozê çûbûn, vegotin. Dayika wî Ute Russ got ku zarokê wî bi îradeya xwe ya azad çûye Rojava û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye û got: “Em weke malbata wî her çiqas ji ber şehadeta wî xemgîn bûn jî, me her tim rêz ji biryara wî re girt. Ji ber ku ew li dijî taritiyê li aliyê ronahî, li dijî zaliman jî li gel mirovên mezlûm cih girt.”

BAVÊ ANDOK COTKAR: EM LI GEL DAXWAZÊN MAFDAR ÊN GELÊ KURD IN

Bavê şehîd Andok, Thomas Gedîg jî anî ziman ku şehadeta kurê wî di heman demê de helwesteke li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst e û destnîşan kir ku ew bi saya kurê xwe têkoşîna gelê Kurd nas kirine û ji niha şûnde jî bê dudilî li gel daxwazên mafdar ên gelê Kurd cih bigirin.

Çalakiya bîranînê bi sirûdên şoreşgerî  ,yên Koma Muzîkê ya Andok ku di bin sîwana DKTM a Kîelê de xebatên çandî dimeşîne, bi dawî bû.