Şehîd Ararat Zerzan li Lozanê hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Star’ê Ararat Zerzan, di salvegera sêyemîn a şehadeta xwe de li Lozanê hat bibîranîn. Malbat û xizmên Zerzanê jî tev li meresimê bûn.
Gerîlaya YJA Star’ê Ararat Zerzan, di salvegera sêyemîn a şehadeta xwe de li Lozanê hat bibîranîn. Malbat û xizmên Zerzanê jî tev li meresimê bûn.
Bi boneya salvegera sêyemîn a şehadeta gerîlaya YJA Star’ê Ararat Zerzan (Berîtan Onal) li Lozanê ku bajarekê Swîsreyê ye meresima bibîranînê hat çêkirin.
Meresima bibîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK-Lozan) hat çêkirin. Malbat û xizmên Ararat Zerzanê û gelek Kurdistanî tev li meresimê bûn. Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Lozanê Şînasî axivî û bi şûn de bi deqeyekê rêz girt.
Dengê Ararat Zerzanê yê li ser tevlêbûna têkoşînê, rojnivîskên wê û hest û dilînên nivîskî yên hevrêyên Zerzanê li ser şehadeta wê, sînevîzyon hat nîşandan.
Endamên Meclisa Jinan a Lajînê, nivîs ji rojnivîskên Ararat Zerzanê xwendin. Malbat û xizmên wê jî axivîn.
Hevserokê CDK-Lozanê Zulfu Bînbîr jî diyar kir ku Ararat Zerzan ji bo azadiya welat û gelê xwe bi rê ketiye û destnîşan kir ku ew ê li têkoşîna wê bibin xwedî.
Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mûstafa Karahan jî wiha axivî: ‘’Rojnivîsên şehîda me û li gor behsa ku hevalên wê yên dozê kir, xuya ye ku di xeta Rêbertiyê de bi awayekê fedaiyane bûye şehîd. Tişta dikeve ser milê me Kurdan ew e ku em azadiya Rêbertiya me û Kurdistanê ku daxwaza şehîdan e, pêk bînin.
Karahan, li dijî xayintî û hevkariyê bang ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî ya Kurdan kir.
Dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ hat berzkirin û dawî li bibîranînê hat.