Şehîd Çekdar Canfeda li Amsterdamê hat bibîranîn

Li Amsterdama paytexta Hollandayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), Şehîd Çekdar Canfeda Med bi bernameyekê bi bîr anî.

Endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê, Çekdar Canfeda Med ku 12’ê Tebaxa sala 2022’yan li Metînayê bû şehîd, bi bernameyekê bi bîr anî.

Gava bibîranînê, sînevîzyon li ser jiyana Şehîd Çekdar Canfeda hat nîşandan.

Ahmet Kaya ku li bibîranînê axivî, li ser nêzîkatiya şehadetan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin.

Piştî bibîranînê endamên TCŞ’ê banga tevlêbûna ‘’Meşa Azadiyê’’ ku wê 3’yê Îlonê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi Konferansa Rêbertiyê dest pê bibe, kir.

Piştî bangê, dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Şehîd namirin’’ hatin berzkirin û bibîranîn qediya.